Sicîla Wanê ya namzetê AKP’ê Mûrat Zorluoglu

Mûrat Zorluoglu yê ku ji aliyê Erdogan ve weke namzetê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Tarabzonê hate nîşandan wê li Wanê weke waliyê şer û  gendeliyê were zanîn.

Walî û di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Murat Zorluoglu û rayedarên din ên şaredariyê yek bi yek dev ji peywîra xwe berdin bûn namzet û bernamzetên AKP’ê. Rêveberiya  ya Wanê bi milyonan TL deyn li pey xwe hiştin. 

Wezareta Karê Hundir a Tirk di 18’ê Mijdara 2016’an de Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya ji peywîrê girt û waliyê Wanê Murat Zorluoglu wek qeyûm tayînî şaredariyê kir. Qeyûm Murat Zorloglu hemû rêveberiya şaredariyê îxrac kir û alîgirên xwe kir reveberiya xwe. Ev navên di rêveberiya şaredariyê de bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re yek bi yek ji peywîrên xwe îstîfa kirin. Li navçe û bajarên cuda bûn namzet û bernamzetên AKP’ê.

Waliyê Wanê yê qeyûm Zorluoglu ji peywîra xwe îstîfa kir û AKP’ê wî kir namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê. 

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Wanê Mustafa Yalçin ê ji Kayseriyê anîbûn jî bû bernamzetê Şaredariya Kocasînan a Kayseriyê. Li gel van her du navan Midurê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê Alî Tektaş ê ji Xarpêtê anîn ji bo Serokşaredariya Xarpêtê bû bernamzetê AKP’ê. 

LI WANÊ TEVÎ DU SALAN BI DORPÊÇA POLÎSAN JIYA

Zorluoglu û rêveberiya xwe yên du sal qeyûmiyê kir û rojek bê AKP’ê nexebitîn. Di hemû bername û civînên xwe de bi rêveberên AKP’ê re rabûn û rûniştin û li her deverê propaganda AKP’ê kirin. Gotin di cih de be Qeyûm û rêveberiya xwe ji rêveberên AKP’ê bêtir dixebitîn. Zorluoglu di her hilbijartina derbasbûyî de li ser navê AKP’ê xebitî û dengan ji AKP’ê re dixwest. 

ZÊDETIRÎ 13 HEZAR BINPÊKIRINÊN MAFAN

Zorluoglu li Wanê cezayên trafîkê zêde kir û di dema Zorlûoglû de li wanê bûyerên êşkenceyê 70 jî sedî zêde kir. Di dema Zorluoglu de 13 hezar û 226 binpêkirnên mafan çêbûn.

GUND HATIN ŞEWITANDIN, SIYASETMEDARÊN KURD HATIN DESTGÎRKRIN

Zorluoglu di hilbijartinanan de gund gund geriya û ji bo AKP’ê deng xwest. Gundê Mollatopûz ê navçeya Qelqelî û gundê Hespenek yê navçeya Erdişê di dema Zorlûoglû de ji aliyê cendermeyan ve hatin şewitandin.

Li Wanê di derbarê hemû rojnamegerên ku kar dikirin de doz hatin vekirin. Rojnameger hatin girtin û şandin girtîgehê. Destûr ne dihate dayîn ku rojnameger nava kolanê jî dîmen bikêşin.

2 HEZAR KARKER JI KAR HATIN DERXISTIN

Qeyûm bi sedan kedkar û karkerên şaredariyê îxrac kir û di nava vî du salî de hemû mal û milkên şaredariyê firotin û şaredariyê xistin bi deynê bi milyonan TL. Vê rêveberiyê ji diziyê bigire heta bertîl û nelirêtiyê serî li hemû rêbazên dij qanûnî da û li gorî daxwaza xwe mal û milkên şaredariyê bikaranîn.

BAJARÊ KU XESPKIRÎ BI HEVJÎNA XWE RE BIRÊVEDIBIR

Li Wanê di dema Zorluoglu de yek ji cihên herî balkêş gelek kar ji aliyê hevjîna wî ve dihate birêvebrin. Sevcan Zorluoglu li Wanê esfan jî kontrol dikir.

TEVÎ RAPORA SAYÎŞTAY JÎ NAMZETÊ AKP’Ê YE

Tevî rapora Sayîştay ya nelirêtiya li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû namzetê AKP’ê yê Trabzonê û ev jî politîkayên AKP’ê yên nelirêtiyê bi vekirî dide nîşandan.