Li Sûka Girtî ya dîrokî ya Kerkûkê şewat derket

Li Sûka Girtî ya Kerkûkê ku gelek tax, kolan û bi sedan dikan lê ne, şewat derket. Herî kêm 300 dikan şewitîn.

Şewata li Sûka Girtî şeva Duşemê saet 23:30'î derket. Sedema derketina şewatê nayê anîn.

Şewat berê sibehê ji hêla tîmên agirkuj ve hate vemirandin. Ji ber sedema ku kuçe teng bûn şewat bi zorê hate vemirandin. Ji ber şewatê 300 dikan şewitîne.

Li gorî Rojnewsê dikandarê Sûka Girtî Şiwan Semed got ji ber şewatê ti kesek nemiriye, hemû dikan şewitîne.

Waliyê Kerkûkê Rakan Cibûrî serdana cihê bûyerê kir. Cibûrî got ew ê komîsyonek were avakirin û li sedema şewatê û tespîta ziyanê bikin.

Li Sûka Girtî 360 dikan hene. Ji 7 cihan ve mirov dikare bikeve sûkê û 12 kuçeyên wê hene. Li vir 7 temsîla heft rojan, 4 temsîla 4 demsalan û 12 jî temsîla 12 mehan dike.