Salvegera damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê tê pîrozkirin

Salvegera damezrandina PKK'ê li çiyayên Kurdistanê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Endamê Fermandariya Biryargeha NPG'ê Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, "Têkoşîn û berxwedana PKK'ê wê gelên Kurdistan, Tirkiye û herêmê azad bike."

Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hate pîrozkirin. Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal û Gulîstan Gulhat, fermandarên HPG û YJA Starê Jîndar Zagros, Rêzan Amed û Ferzad Wan tevlî merasîmê bûn. Bahoz Erdal li merasîmê axivî û got, "Eger hûn li dîroka têkoşînê ya 40 salî ya PKK'ê binerin, hûnê bibînin ku ev tevger ti carî têk naçe û ev doz wê teqez bi ser bikeve."

'LI DIJÎ HER ŞÊWE ÊRÎŞAN, PKK HER LI SER PIYAN E'

Erdal, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, gelên herêmê û hemû hevrêyên xwe pîroz kir.

Bahoz Erdal diyar kir, têkoşîna PKK'ê mohra xwe li 40 salên bihurî yên dîroka Kurdistan û herêmê xistiye û got, "Li herêmê ti hêz neman ku êrîşî partiya me nekirin. Kurdên xayin û paşverû bi dewletên mêtinger re tifaqên siyasî û leşkerî kirin û yek bi yek êrîşî partiya me kirin. Dewletên mêtinger ên li herêmê û hêzên navneteweyî jî li ser bingeha berjewendiyên xwe tifaq çêkirin. Li dijî Rêberê me, li dijî gel û partiya me komplo kirin. Dewleta Tirkiyeyê bi navê 'kuştinên kiryar nediyar' li Kurdistanê bi hezaran mirovên me kuşt. Nêzî çar hezar gund hatin valakirin. Li seranserê xaka Kurdistanê bombe barandin. Tevî van hemû êrîşan jî partiya me PKK mîna çiyayê Cûdî, mîna çiyayê Mûnzûrê ti carî nehejiya û her li ser piyan ma. Her ku êrîş zêde bûn, heybet û serê PKK'ê jî bilind bû. Li gel hemû astengî û komployan, têkoşîna PKK'ê mîna çemên Dîcle û Firatê timî rêya xwe vekir û ji bo mirovahiyê dewam kir."

'TÊKOŞÎNA 40 SALÎ BI ŞER Û BERXWEDANÊ DERBAS BÛ'

Erdal bi bîr xist, li Kurdistanê li herêmê rêxistinek nîne ku li hemberî ewqas êrîş, komplo, dek û dolab û hêzan li ser piyan nemaye û wiha dewam kir: "Hinek radibe dibêje 'PKK'ê çi kiriye, heta niha çi bi dest xistiye?' Em jî dibêjin; Di nava têkoşîna 40 salî de gelo tiştek maye ku PKK'ê nekiriye? Li binê kîjan serketina li Kurdistan û Tirkiyeyê mohra PKK'ê nîne? Ne tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve, ji aliyê civakî û ramanî ve jî rewş bi vî rengî ye. Yên ku dixwazin fêhm bikin bê PKK'ê çi kiriye, bila serdema berî û ya piştî PKK'ê bînin ber hev. Eger ne bê wijdan bin, wê fêhm bikin bê PKK'ê ji bo Kurdistanê çi kiriye, rê li ber kîjan pêşketinan vekiriye. Eger îro Kurd li herêmê bûne hêzek û temamiya gelên cîhanê Kurdan û Kurdistanê nas dikin û hurmetê nîşan didin, ev yek bi saya têkoşîna PKK'ê ye."

'EŞKERE YE BÊ MÊTINGERIYA TIRK ÇIQASÎ JI PKK'Ê DITIRSE'

Fermandar Bahoz Erdal işaret bi dijminatiya mêtingeriya Tirk a li gelê Kurd û gelên herêmê kir û got, "Erdogan diçe Moldovya, Washîngtonê, Parîsê, Soçiyê, qala PKK'ê dike. Bi keyayan re civînê çêdike, qala PKK'ê dike. Ji bazirganan re diaxive, qala PKK'ê dike. Dibe ku di xewna xwe de jî PKK'ê dibîne. Ev yek nîşan dide bê çiqasî ji PKK'ê ditirse. Ev yek radixe pêş çavan ku PKK hêzeke çiqasî xurt e. Di heman demê de nîşan dide ku PKK'ê heta niha serketinên çiqasî mezin bi dest xistiye."

Erdal anî ziman, nêzîkatiya Erdogan a li Kurdan û nêzîkatiya Hîtler a li Yahûdiyan weke hev e. Erdal bi dewamî got, "Erdogan Hîtlerê li ser serê Kurdan e. Ji bo vê siyaseta xwe pêk bîne, rêbazên DAÎŞ'ê bi kar tîne. Kiryarên Erdogan û AKP'ê yên li Kurdistanê, nêrîn û kiryarên Hîtler û DAÎŞ'ê nîşan didin. Dijminekî me heye ku ne ji mirovahiyê fêhm dike, ne ji axaftinê, ne ji diyalogê ne jî ji siyasetê fêhm dike. Yekane tişta jê fêhm dike, tinekirina Kurdan e. Lewma dibe ku hin Kurdên xayin hebin ku li cem wî cih digirin. Ji bilî wan xayinan divê ti Kurd xwe nêzî wî nekin."

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê WÊ RÊ LI BER AZADIYÊ VEKE'

Endamê Biryargeha NPG'ê Bahoz Erdal diyar kir, êrîşên dijmin çiqasî zêde bibe, wê biryardariya wan a ji bo berxwedanê jî ewqasî mezin bibe û got, "Çiqasî êrîş bikin, çiqasî êşkenceyê li mirovên me yên sivîl bikin û bixin zindanan, çiqasî terorê li gelê me bikin, çiqasî êrîşî gerîla bikin jî wê ti carî di vî şerî de bi ser nekevin. Têkoşîn û berxwedana PKK'ê wê ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û gelên din rê li ber azadiyê veke. Delîla vê yekê jî têkoşîna destanî ya 40 salan a PKK'ê ye. Eger mirov li dîroka têkoşîna 40 salî ya PKK'ê binerin, wê bê dîtin ku ev tevger ti carî têk naçe û ev doz wê teqez bi ser bikeve."

Erdal di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin û xewn û xeyalên wan bi cih bînin.