Li 3 bajaran herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin

Bi operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Meletî û Rihayê herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin.

Bi operasyonên qirkirina siyasî li Stenbol, Meletî û Rihayê herî kêm 55 kes hatin destgîrkirin.

STENBOL

Polîsên Tirk li 10 navçeyên Stenbolê avêtin ser malan û herî kêm 20 kes destgîr kirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.

MELETÎ

Li Meletiyê jî di serdegirtina danê sibehê de rêveberên HDP, DBP û ÎHD'ê jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Kesên hatine destgîrkirin. Hevserokê berê yê HDP'ê yê bajêr Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP'ê ya bajêr Nermîn Tûncel, Hevseroka ÎHD'ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglû, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Battalgazî Ahmet Aksû, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan, rêveberê berê yê HDP'ê yê bajêr Hasan Karvan û endamê partiyê Ahmet Tûran Sertkaya.

RIHA

Li Rihayê di serdegirtina doh de 28 kes hatin destgîrkirin. Navê çend ji wan wiha ye: Veysel Erdem, Mûharrem Erbek, aktîvîstê Pirsûsê yê hewldana 78'an Vahît Akgun, Halît Dûrdû, Berîvan Canpolat, Mûstafa Altindag, Mehmet Tamamboga, Halîl Uluk, Abdullah Guven, Îshak Gunduz, Ferhat Unus û xebatkarê radyoya Karacadagê ê meha bihurî hatibû berdan Salîh Erbekler.