Adiyaman: Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixînin!

Ji fermandarên HPG'ê Şiyar Adiyaman bal kişand ser desteka Gladîoya hêzên navneteweyî ya ji bo Tirkiyeyê û got, "Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixin. PKK a ku bi 6 kesan dest pê kir, eşkere ye ku têk naçe."

Yek ji fermandarên HPG'ê Şiyar Adiyaman, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, bi avabûna PKK'ê re ji bo gelê Kurd serdemeke nû dest pê kir.

Adiyaman diyar kir, ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hêviyek derket holê û işaret bi danheviya 40 salên bihurî kir.

KARAKTERA ENTERNASYONALÎST

Adiyaman ragihand, ji her devera cîhanê tevlîbûn li nava refên PKK'ê çê dibe, PKK di heman demê de partiyeke enternasyonalîst e, hêviya azadî û demokrasiyê di şexsê PKK'ê de tê dîtin û got, "PKK weke tevgereke enternasyonalîst bûye nûnerê hêviyê. Lewma hêzên serdest û emperyalîst ji Rêbertî û PKK'ê gelekî aciz in û bi hêrs in. Hêzên emperyalîst û hevkarên wan, li dijî Rêberê me û PKK'ê tifaq kirine. Rêberê me bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Gladîo nasekine, dixwaze komploya navbera dewletan bidomîne. Hevalên destpêkê yên Rêberê me bûne hedefa hêzên emperyalîst.

EŞKERE YE KU PKK TÊK NAÇE

Yek ji endamên rêxistinbûna Gladîoyê, Tirkiye ye. Ji bo destekê bidin dewleta Tirk vê yekê dikin. Ne tiştekî qebûlkirinê ye. Em ê tifaqa we ya paşverû ji hev bixînin. Bila her kes bi rengekî aqilane tevbigere. Weke berdevkê xwe yê herêmê Tayyîp Erdogan danîne hemberî me û ji wan heye ku dixwazin bi teknîkê pêşî li her tiştî bigirin. Balafirên şer, ên keşfê, îstîxbarata teknîkê çi hebe li dijî me bi kar tînin. Bêguman em jî pêşî li wan digirin û em ê her pêşî lê bigirin. PKK a ku bi 6 kesan dest pê kir, eşkere ye ku têk naçe. Hêza ku ji aliyê PKK'ê hate afirandin roj bi roj xwe nû dike."

Adiyaman anî ziman ku Erdogan li ber destê hêzên navneteweyî bûye fîgûran û aqûbeta wî jî wê mîna ya Saddam Huseyîn be.

Ji fermandarên HPG'ê Adiyaman anî ziman ku ew xwe naspêrin ti hêzî û wiha dewam kir: "Ji bilî gelê me û gelên me em xwe naspêrin ti hêzî. Em pê piştrast in, heta ku inyada vî gelê berxwedêr û asta wê ya xwedîderketina li Rêbertî hebe, wê bi ruhê 27'ê Mijdarê û Hakî Karer berê xwe timî li azadiyê be."

'DIVÊ TIFAQA GELAN BÊ XURTKIRIN'

Adiyaman diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bikaranîna Erdogan re li Rojhilata Navîn darbe kirine û got, "Divê gelên herêmê dengê xwe bilind bikin. Bi ruhê 27'ê Mijdarê girîng e tifaqa gelan bê mezinkirin.

Eger hebûna Kurd û Kurdistanê niha hatibe qebûlkirin, ev yek encama şehadet û fedakariyên mezin e. Em bang li gelan dikin ku xwe bi ruhê 27'ê Mijdarê bi rêxistin bikin û cejnê li hemû gelan pîroz dikin."