Lixwemikûrhatina NY'yî ya Êzidiyan: Xeterî dewam dike

Saziyên Civaka Sivîl a Navnetewyî, rexne li polîtîkayên hikûmeta Iraqê ya li ser bawerî û kêmenetewan kir, bal kişand di serî de Êzidî û gelek kêmenetew û baweriyên cihê dibe ji ber xeteriyên nû bê parastin bimîne.

Komîteya Têkoşîna li Dijî Cihêkariyê ya Iraqê ku girêdayî Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi tevlîbûna Saziyên Civaka Sivîl a Navneteweyî li buroya Cenevre ya NY’yê civînek pêk hat. Di civînê de bal hate kişandina ser rewşa kêmenetew û baweriyên cuda yên li Iraq, Qeter û Hondûrasê.

‘KÊMENETEWE RÛ BI RÛYÊN NEWEKHEVIYÊ NE’

Di axaftinên li ser navê saziya civaka sivîl a koma bi navê Mînoroty Rîghts a de ku dema nirxandin li ser Iraqê dihate kirin, bal hate kişandin ku kêmenetew û baweriyên cuda li Iraqê di nava mercên newekhev de ne. Di axaftinan de hate gotin ku kêmenetewên li Iraqê ji dewlemendên welat sûdê wernagirin, kêmenetew û baweriyên cuda yên li Iraqê di bin gefa êrîşan de ne.

‘HIKÛMET DESTEK DIKE’

Di axaftinên li ser navê Navenda Cenevre ya Navneteweyî ya ji bo Edaletê hatin kirin de jî, ti demê hikûmeta Iraqê li gorî peymana navneteweyî ya ku kêmenetewan diparêze tev negeriyaye.  Hate gotin ku hikûmeta Iraqê piştgirî dide hêzên milîs ên hiqûqa mirovan binpê dike û serî li şidetê dide dike. Bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dîmenên şidetê li xwe digire li Iraqê bê qedexekirin.

 ‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN NÛ BÊN PÊŞXISTIN’

Saziya bi navê Maat for Peace û Development and Human Righets jî destnîşan kir ku li Iraqê li dijî jinan cihêkariyeke mezin tê kirin û bi şidetê re rû bi rû ye. Polîtîkayên hikûmeta Iraqê êrîşên li jinê bihêztir dike. Bang hate kirin ku divê hikûmet di serî de polîtîkayên xwe yên li warê parstina jinê û kêmenetew û baweriyên cuda pêş bixe.  Bal hate kişandin ku di serî de divê jinên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibû hedefkirin û her kes bên parastin.

‘GEFA ÊRÎŞAN DEWAM DIKIN’

Piştre gelek saziyên civaka sivîl ên navneteweyî yên mafê axaftinê girtin, bal kişandin ku hê jî kêmenetew û baweriyên cuda yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn hedefkirin, hê jî bê parastin in. Hate gotin ku Êzidiyên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn hedefkirin, bi xeteriyan re rû bi rû ne. Saziyên civaka sivîl anîn ziman ku ji ber sedemê şerê DAÎŞ’ê hê jî gelek mirov ji ber nebûn ewlehiyê nevegeriyane ser cih û warên xwe.Bi taybet di axaftinan de bal hate kişandin ku hê jî Êzidî û jin bi cihêkariyê re rû bi rû ne û bê parastin jiyana xwe didomînin. Di vî warî de bang li hikûmetê hate kirin ku bikeve tevgerê.