Elmanya, nîjadperestên Tirk tenê 'dişopîne'

Hikumeta federal a Elman ragihand, nîjadperestên ser bi MHP-AKP'ê dijminatiyê li Yahûdiyan dikin û 'gef'ê li ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê dixwin. Hikumetê bersiv da pirsa Partiya Çep û li xwe mikur hat ku van nîjadperestan tenê dişopîne.

Di bin sîwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Neteweperest ên Demokratîk li Elmanyayê (ADUTDF) ku 170 komele endamên wê ne, xwe bi rêxistin dikin. Tê texmînkirin ku 7 hezar nîjadperestên Tirk endamên van komeleyan e. Lê hejmara nîjadperestên Tirk ên li Elmanyayê derdora 11 hezar kesî ye. Li gorî Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê ye, ev hejmar 10 hezar bû.

Tê gotin, ji ber ku desthilatdariya AKP-MHP'ê neteweperestiya Tirk sor dikin, di nava civaka Tirk de ya li Elmanyayê jî hejmara nîjadperestan zêde bûye. Ji salên 1980'ê û vir ve nîjadperestên Tirk ên li Elmanyayê gelek êrîş û provokasyon li dijî Kurdan û komên mûxalîf kirin.

Ji ber ku ev êrîş û hewldanên provokasyonê dema dawî zêde bûn, ji partiyên mûxalefetê Partiya Çep mijar xist rojeva Meclîsa Federal û meha bihurî pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumetê kir. Hikumeta federal bersiva pêşnûme pirsê da û diyar kir, rêxistinbûna neteweperestên Tirk gefê li ewlekariya navxweyî dixwe û ji aliyê îstîxbaratê ve tê şopandin.

Hikumeta Merkel li ser girtina tedbîrên berbiçav li dijî rêxistinbûna nîjadperestan, nêrîneke zelal eşkere nekir û ji bo gleek pirsên Partiya Çep jî bersiva "Agahiyeke berbiçav li ber destê me nîne" da.

ADUTDR BI ALÎKARIYA CSU AVA BÛBÛ!

Federasyona Komeleyên Tirk ên Neteweperest ên Demokratîk li Elmanyayê (ADUTDF) sala 1978'an bi alîkariya serokê wê demê yê Partiya Yekîtiya Xiristiyan a Sosyal (CSU) Franz Josef Straûss li Frankfûrtê ava bûbû. Bi sozên ku Straûss da Alparslan Turkeş, ADUTDF'ê dest bi kar kiribû.