Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li cih û warê sivîlan barandin

HPG'ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk roja 20'ê Mijdarê bombe li cih û warê sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê barandine û xisar li bax û baxçeyên gundiyan bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk ev daxuyanî da:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 20'ê Mijdarê saet navbera 18:00 û 19:00 bombe li qada Şehîd Harûn û derdora gundê Silê yê herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Balafirên şer heman rojê saet navbera 18:30 û 19:30'î, Girê Amediye yê navçeya Amediyê ya Duhokê bomberdûman kirin.

Ji ber van êrîşan zerar û ziyan negihiştin hêzên me yên gerîla. Bomberdûmana li derdora gundê Silê xisar li bax û baxçeyên gundiyan kir."