Êrîşa li Kabûlê: Hejmara miriyan bû 55

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, hejmara kesên ji ber êrîşa bombeyî mirin bû 55. Herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganîstan Kabûlê, dema girseya gel ji bo pîrozkirina rojbûna Hz. Mûhammed li hev civiya, êrîşeke bombeyî hatibû kirin. Hejmara mirovên ji ber êrîşê mirin bû 55 kes.

Rayedarên hêzên ewlekariyê danê vê sibehê daxuyaniyek dan û gotin, "Em nizanin bê êrîş ji aliyê kîjan koma çekdar ve hatiye kirin."

Êrîş li salona dawetê ya bi navê Ûranusê hate kirin û tê gotin ku di dema êrîşê de 200 kes li salonê hebûn.

Rayedarên nexweşxaneyê gotin, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.