Ji wesayîta zirxî gule hate berdan, kesek hate qetilkirin

Li Bîrecîka Rihayê li benda kontrolê ya polîsan dema ku nasname dihatin kontrolkirin, ji wesayîta zirxî ya 50 metre dûr gule hate berdan û rêwiyê bi navê Sedat Polat hate qetilkirin.

Otobusa li ser xeta Amed-Edeneyê dixebite, di kîlometreya 65’an a rêya otobanê ya di navbera Riha-Bîrecîkê de ji aliyê polîsan ve hate sekinandin.

Di otobusê de dema ku nasname dihatin kontrolkirin, 50 metreyan dûrî otobusê ji wesayîta zirxî ya ‘Akrep’ gule hate berdan. Sedat Polat (32) yê ku di otobusê de bû ji ber guleyê birîndar bû. Polat rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan lê ligel hemû mudaxeleyan Polat nehate rizgarkirin.

Piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî cenazeyê Polat teslîmî malbata wî hate kirin.