'PKK'ê civak ji nû ve vejand'

Spêrtî û Eren li ser salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê axivîn û diyar kirin ku PKK'ê civak ji nû ve vejandiye, ji gelê Kurd û gelan re bûye partiya Newrozê.

Endama Koordîasyona KJK'ê Dîlan Spêrtî û Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren li ser salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê axivîn. Spêrtî û Eren Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên azadîxwaz, berxwedêrên zindanan û li dostên gelê Kurd pîroz kirin.

'LI ÇIYÊ Û BAJARAN TÊKOŞÎN WÊ BERDEWAM BE'

Endama Koorrdînasyona KJK'ê Dîlan Spêrtî di destpêka axaftina xwe de 40'emîn salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, keda herî mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Spêtî wiha axivî: "Di serî de 40'emîn salvegera damezranda PKK'ê de, em Cejna Vejînê li Rêber Apo, berxwedêrên zindanan, malbatên şehîdan, dayikên aştiyê û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin. Di van 40 salên bihurî de kedek pir mezin hatiye dayin û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Mirov dikare bibêje ku keda herî mezin a Rêber Apo û şehîdên me yên nemir e. Di tekoşîna van salan de het tim dewletên NATO û hevkarên wan di nava hewldanan de bûn ku me tine bkin. Tevî her reng û cûreyên êrîşan jî tu carî negihiştine armanca xwe. Em dibêjin, ew ê tu carî nikaribin Tevgera Azadiyê tune bikin, ji ber ku tevgera me tevgerek xwedî hêz, vîn, bawerî, ruhekî fedayî ji fikir û ramanê azadeyê ye. Em ê tu carî ji teknîk, lîstok û êrîşên dijimin netirsin. Li hemberî wê çi li çiyê çi jî li bajaran be em ê rêxistina xwe xurtir bikin û gelê xwe birêxistin bikin."

'DIVÊ JIN LI SERÊ ÇIYÊ WEKE HÊLÎNA AZADIYÊ BIN'

Spêrtî bal kişande ser tekoşîna jinê di nava Tevgera Azadiyê de û wiha bi mijarê daket: "Bêguman rola jinê jî pir girîng e û pêwîste jin bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin. Rêbertiya me jî dibêje, partiya me partiya jinê ye. Em dibînin ku yê fikir û ramanê azad da jinê rêbertiya me bû. Ji bo wê em jin bi xwe bawer bikin û li gor bîra û baweriya rêbertiya xwe têbikoşin. Bi fikirê PKK'ê jinê xwe nas kir û bû ya xwe. Îro jî jinên Kurd ji hemû jinên cîhanê re mînak in. Ew ruhê fedayî yê PKK'ê bi hezaran hevrêyên şehîd weke Sara, Mizgîn, Mazlûm û her şehîdek, ku bi fedayane canê xwe feda kirine îro mînak in ji tevahî cîhanê re ku her roj li ser xwe û civaka xwe perwerde dikin. Rêbertiya me dibêje kî dev jî çiyê berde pêwîst e ku jin bernede. Ji bo wê pêwîst e jin li serê van çiyan weke hêlîna azadiyê bin. Çiqas jin mezin dibe, PKK'ê jî ewqas mezin dibe. Lewma rêbertiya me dibêje, cihê ku jin lê ye azadî, wekhevî û jiyan lê ye."

'TIRSA WAN JI FIKIR Û RAMANA AZAD E'

Spêrtî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girankirina tecrîda li Îmralî tê wateya têkçûna dijmin: "Ji bo fikrê rêbertî hîn bêhtir belav nebe, çi ji destê dijmin tê dike. Lê nizanin ku her tecrîd girantir dibe vîn û baweriya me bi serketin û tekoşînê zêdetir dibe. Dijmin pir baş dizane ku fikrê Rêber Apo yê azad ji bo wan mirin e lewra ewqasî tecrîdê giran dikin. Ji her beşên civakê jin, ciwan, kal, pîr û zarok azadiya xwe di fikir û ramanê rêbertî de dibînin, ji bo wê dixwazin wî fikir û ramanê azadîxwaz bifetisînin. Lê bila dijminê me kêfxweş nebe, ji ber ku Rêber Apo di fikir, raman, mejî, jiyan û piratîka me ya rojane de ye. Çawa ku ev 20 sal in têkoşînek bênavber li Îmralî tê kirin, di heman demê de ev 40 sal in têkoşîna Tevgera Azadiyê bi israra serketin û tolhildanê her ku diçe mezintir dibe û tekoşîna wê bilindtir dibe."

'PKK PARTIYA TOLHILDANÊ YE'

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren jî bi gotina PKK partiya tolhildanê ye dest bi axaftina xwe kir û got, "Ez 41'emîn salvegera Cejna Vejînê li mîmarê vê destanê li Rêber Apo pîroz dikim. Yên ku hiştin ev têkoşîn bê navber dewam bike hevrêyên me yên şehîd in. Ji ber vê yekê di kesayeta hevrê Hakî Karer û Sakîne Cansiz de hemû hevrêyên şehîd bibîr tînim. Rêbertiya me ji bo PKK'ê dibêje: 'PKK'ê partiyeke tolhildanê ye', tolhildanê ji dijmin, ji dagirker û inkargeran hiltîne. PKK ew ruhê li hemberî wan kesên li ser axa xwe biyanî bûne û ji Kurdîniya xwe şerm dikine, ji bo wê li beramberî wê koledariyê welatparêzî li Kurdistanê xurt kir. PKK'ê di sala 1982'an de li Zindana Amedê bi berxwedana hevrê Kemal, Mezlûm, Xeyriyan isbat kir ku Kurd ew kesên ku xwedî hêz, vîn, bawerî û berxwedêr in. PKK'ê ew fikirê ku gotinên dijmin ku weke fermanekê didît û pêk dianî rûxand, li beramberî wê hevalbendî, berxwedan û têkoşîn xiste rojeva Kurdan."

'PKK'Ê CIVAK JI NÛ VE VEJAND'

Eren diyar kir ku PKK'ê ji nû ve civak vejand û wiha dewam kir "Em dibînin ku îro li Kurdistanê gotina Heval cihek xwe yê pir cuda heye. Ev jî tê wateya Kurdê berxwedêr, Kurdekî nû ku serê xwe li hemberî zilm û zordariyê naçemîne, Kurdekî hemdemî, demokrat, ku di jiyana xwe de Kurdistanê pêk tîne. Di heman demê de rêbertiya me PKK'ê weke partiya Newrozê pênase dike. Ev jî tê wê wateyê ku PKK'ê ji nû ve civak vejand, kire sersal û bihar. Em tev dizanin ku Kurdistan beriya derketina PKK'ê her tim weke zivistanê bû, lê bi derketina PKK'ê re bi wê hêz û baweriya xwe ya serketin û azadiyê hişt ku her çar demsal bibin buhar. PKK bû dengê tolhildana jinê, bû dengê biratiya gelan. Di encamê de PKK'ê bi ruhê tolhildanê rabû, îro jî em dibînin ku dijminê Kurdan bixwaze nexwaze me Kurdan qebûl dike."

'PKK PARTIYA NEWROZÊ YA GELAN E'

Eren di dawiya axaftina xwe de Cejna Vejînê bi van gotinan li berxwedêrên zindanan, welatparêzan û dostên gelê Kurd pîroz kir: "Di dawiyê de ez dîsa vê roja pîroz li mîmarê azadiya gelan li Rêber Apo, berxwedêrên zinadanan ku bi her rengî li ber xwe didin, gerîlayên serê çiya, di kesayetiya malbatên şehîdan de li tevahiya gelê me yên welatparêz pîroz dikim. Ez dibêjim PKK partiya tolhildanê ye, partiya Newrozê ye û heya ku ev ruh û hest hebin wê li Kurdistanê azadî her a azadîxwazan be. Ez vê cejnê û vê roja pîroz li tevahiya dostên gelê Kurd jî pîroz dikim."