Dersim: Têrê nake ku mirov balê bikişîne ser tundiya li jinê

Aktivîsta TJK-E'yê Dersim got, bi kampanya 'Tûndiya li ser jinê polîtîk e' ew ne ku dixwazin tenê balê bikişînin ser tundiyê lê ew armanc dikin ku wê ji holê rakin. Dersim got, "Mêr jî ku hevrûyê xwe bibe, ji bo pêşî li tundiyê were girtin girîng e."

Aktivîsta TJK-E'yê Zeynep Dersim li ser kampanyaya 'Tûndiya li ser jinê polîtîk e' - Dibû ku yek ji wan tu jî bûya'' ji ANF'ê re axivî.

'TUNDIYA LI SER JINÊ POLÎTÎK E'

Dersim got, tundiya li jinê tundiya li civakîbûn, sirûştê û gerdûnê ye, têgînên mîna, zorê, tundiyê, şer amûrên şaristaniya desthilatdarî-dewletparêziyê ne, qada ku ev têgîn xwe lê sazûmanî dikin û rewa dikin dewlet e, dewlet jî amûra tundiyê ye. Dersim bi berdwamî got, "Ango tundiya li jinê di dest pergalê de hêza herî karîger e, her cure tundiya li ser jinê encama êrîşa polîtîk a perglaê ye. Ji bo vê jî, em dibêjin, tundiya li ser jinê polîtîk e."

'TÊRÊ NAKE KU MIROV BALÊ BIKIŞÎNE SER, DIVÊ EM JI HOLÊ RAKIN'

Dersim bal kişande ser kampanyaya bi navê 'Tundiya li ser jinê polîtîk e-Dibû ku yek ji wan tu jî bûya' û got, "Ev kampanya wê bibe hişmendiya têkoşîna rêxistinî ya jinan, bibe ziman û çalakiya wan. Bi ya me em tundiya li jinê ne weke tiştekî wiha dibînin ku dikare were taloqkirin, ne tiştekî wiha ye ku em bikaribin ber bi demê ve berdin. Berovajî vê, ev problem aniha divê were çareserkirin. Hema hema her roj em nûçeyên derbarê ku tundî li jinê bûye an jî tecawiz lê hatiye kirin, an jî bi rengekî deraqilî hatiye kuştin dixwînin, dibihîsin û dibine şahid. Li gorî statîstîkan li Tirkiyeyê serê 4 saetan ya tecawiz li jinekê dibe ya jî dibe hedefa li tundiya mêr tê."

Dersim bi berdewamî li ser armanca kampanyayê got, "Bi vê kampanyayê, armanc wê tenê ne ew be ku  balê bikişînin ser tundiya li ser jinê, ji bo ku ji holê were rakirin wê têkoşîna wê were dayin."

KESÊ KU TUNDIYÊ LI JINÊ BIKE BÊ EXLAQ E

Aktîvîsta TJK-E'yê got, tundiya li jinê bi rengê problemên psîkolojîk, bêperwerdehiyê, aborî, helwestên kêlîkane nikare were pênasekirin, kuştinên jinên weke ku li derveyî têkiliyên desthilatdariyê bin têne nîşandan lê her cure tundiya li jinê, ku tenê ji ber ku jin in li ser wan tê kirin, di nav vê pênaseyê de. Dersim diyar kir tundiya aborî û psîkolojîk di nav hev de ne, sînordarkirina azadiya aborî ya jinê hatiye normalîzekirin, tine hatiye hesibandin lê têkiliyên mêtingerî herî pir li vê derê xwe nîşan didin. Dersim domand, ''Bi giştî em dikarin bibêjin, çawa ku mafê ti zindî yî tinebe ku li ser zindiyekî tî tundiyê bike, bi hincetên mîna gerdîşe, urf û edetan jî nikarin rewa werin nîşan dan" û got, "Kesê ku tundiyê li ser jinê bike bê exlaq e, riziyayî ye."

BI ÇARÇOWEYA KAMPANYAYÊ WÊ GELEK XEBAT WERIN KIRIN

Dersim her wiha got, kampanya bi taybetî ji bo ku li Ewropayê were rêvebirin dest pê kiriye, ji ber 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê 19'ê Mijdarê dane destpêkirin.

Dersim bal kişande ser zêdebûna tundiya li jinê ya li Ewropayê bi taybetî jî ya li Elmanyayê û bi bîr xist ku meha bihurî 3 jin hatine kuştin. Dersim diyar kir beriya niha jî li Ewropayê kampanayên wiha hatine kirin, encamên girîng jî bi dest xistin û got, "Bi kampanyaya îsal, em didin ber xwe ku li dijî her hişmendiya ku ji tundiya li ser jinê re dibine kan, têkoşînek aktîf bikin."

Dersim diyar kir ku wan dan ber xwe ku hêlên dîrokî, çandî, siyasî, aborî yên tundiyê dahurînin, bibin xwedî çalakî û helwest û hewce kir, mafê xwe yê parastina rewa jî bi kar bînin û jinan bi heqîqeta wan re nêzî hev bikin.

Her wiha Dersim diya kir yek ji armanca kampanyaya wan ew e ku bi wan mêran, ku ji xwe re demokrat, azadîxwaz dibêjin, nêzîkatiya li jinê pîvana sereke ye.

Dersim got, ew dixwazin bi kampanyayê xwe bigihînin derdoreke berfireh, bi saxî û rêxistinên cuda yên jinan re platformên hevpar çêbikin û her wiha ew ê semînr, panêlan bidin, mîtîngan çêbikin, li kuçeyan xwepêşandanan, meşan bikin.

'PÊDIVÎ BI ŞOREŞA ZÊHNÎ HEYE'

Aktîvîsta TJK-E'yê Zeynep Dersim herî dawî got, "Ji bo ku pêşî li tundiya li jinê, li komkujiyên li ser jinê were girtin pêdivî beriya her tiştî bi şoreşa zêhnî heye. Bi qalibên hişmendiya kevneşopî, bi hişmendiya jiyanê ya îdeolojiyên lîberal mirov nikare pêşî li çanda tundiyê bigire". Dersim bal kişande ser giringiya rêxistiniya jinê û got, "Jin çendî rêxistiniya xwe bikin, dikarin bibin hêz, bi avakirina platformên gotebêjî û çareseriyê, li dijî her cure êrîşê dikarin berevaniyê li xwe bikin û têbikoşin."