Turmen: Tirkiyeyê li xwe girtiye ku biryarên DMME'yê bi cih bîne

Dadgerê berê yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Riza Turmen got, erk û berpirsyariya Tirkiyeyê ku biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş bi cih bîne.

Riza Turmen ji bo bicihanîna biryara DMME'yê bang kir û got, divê Selahattîn Demîrtaş tavilê were berdan.

Piştî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doh biryar da ku divê Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş tavilê bê berdan, Serokkomarê Tirk Erdogan diyar kir ku ew ne mecbûr in biryara DMME'yê bi cih bînin.

Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Riza Turmen ku bi xwe dadgerekî berê yê DMME'yê ye bersiv da Erdogan. Turmen biryara DMME'yê ya li ser Demîrtaş ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, ev biryar hem ji bo DMME'yê, hem ji bo Tirkiyeyê, hem jî ji bo Demîrtaş girîng e.

Turmen diyar kir, tevî ku di protokola DMME'yê de li ser mafê hilbijartinê şîroveyên gelekî teng hene, cara yekê ye ku li ser girtina siyasetmedarekî işaret bi binpêkirina vî mafî tê kirin.

Turmen bi bîr xist, DMME'yê ragihandiye ku dadgerên biryara girtina Demîrtaş dane xwedî delîlên têrker nînin û ev yek jî weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dîtiye.

NAVEROKA SIYASÎ HATE NIRXANDIN

Turmen anî ziman, aliyê herî balkêş ê biryarê ew e ku işaret bi xala 18. a PMME'yê tê kirin û got, bi vî rengî naveroka siyasî ya dozê hatiye lêkolîn.

Turmen li ser girîngiya nirxandina vê xalê, ev tespît kir: "Di biryara xwe de ya li ser xala 18. a PMME'yê, bi awayekî vekirî diyar kir ku qanûnên li Tirkiyeyê ji bo bêdengkirina mûxalefetê tên bikaranîn, dadgerî serbixwe nîne û Selahattîn Demîrtaş ne bi rengekî hiqûqî, lê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin û hikum da ku divê derhal bê berdan."

BIRYAR A BICIHANÎNÊ YE Û DIKARE BIBE MÎNAK

Turmen bersiv da Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Erdogan ku ji bo vê biryarê got, 'Em ne mukelef in ku biryarê bi cih bînin'. Turmen got, welatên endamê Konseya Ewropayê li xwe girtine ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bînin.

Turmen diyar kir, erk û berpirsyariya Tirkiyeyê ye ku van biryaran bi cih bîne, di rewşeke berevajî de wê zextên li ser wê zêde bibin. Turmen got, eger Tirkiye li gorî vê biryarê tevnegere û Demîrtaş girtî bihêle, ev ê were wê wateyê ku qebûl dike ku Demîrtaş ne bi rengekî hiqûqî lê bi biryara siyasî hatiye girtin.

Turmen anî ziman ku DMME'yê di biryara xwe de ya li ser Demîrtaş balê dikişîne ser parlamenterên girtî jî û diyar kir, lewma ev biryar wê bibe mînak.

Dadgerê berê yê DMME'yê ji bo bicihanîna biryara DMME'yê bang kir û got, divê Selahattîn Demîrtaş derhal bê berdan.