Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Jin her sal 25'ê Mijdarê li dijî şîdetê dadikevin qadan. Hejmara jinên tên kuştin her sal zêde dibe. Şîdeta li jinê çawa û çima rû dide? Jin li dijî vê çi dikin, ya jî divê çi bikin?
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji pîrobahiya salvegera damezrandina PKK'ê ya li Dortmûndê re peyamek şand û got, "Divê gelê me yê li Ewropayê pêşengiyê ji têkoşîna li dijî komploya nû ya DYA'yê re bike."
HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 17'ê Mijdarê êrîş birine ser qadên gerîla û ragihand, ji ber van bomberdûmanan tiştek bi hêzên wan ên gerîla nehatiye.
Li eyaleta Bayern (Bavyera) ya Elmanyayê, polîsan meha Tîrmehê avêtibûn ser kampeke ku ciwanekî Kurd lê bû û dest danîbûn ser wêneyên Ocalan û ala Ciwanên Azad. Lêpirsîna ku li ser mijarê dest pê kir didome.
KJK'ê Danezana Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê weşand. Di danezanê de hate gotin, "Têkoşîna me ya li dijî terora mêr û dewletê, divê ne tenê 25'ê Mijdarê be. Pêwîste di her kêliyê de li her cihî jin li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin."
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd avabûna Platforma Zimanê Kurdî pîroz kir. Platformê banga piştgiriyê li gel kir.
Sazî û rêxistinên sivîl ên Wanê li hev civiyan û banga baldarî û hişyarî kirin ku greva birçîbûnê ya mirinê ya girtiyên siyasî li girtîgeha Tîpa F a Wanê dayî destpêkirin ketiye roja 65’an.
Hevserokê Gişît yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn tê girtin, têkildarî Komxebata Zimanê Kurdî ya li Amedê hatî kiri peyamek şand û got: “Ji bo fêrbûna Kurdî pêwîst nake ku tenê Kurd be.”
Li gorî Handîcap Înternatîonal a rêxistina civaka sivîl a navneteweyî di sala 2017’an de ji ber mayînên reş ên qedexe 7 hezar û 293 kes an mirine yan jî birîndar bûne.