Li Zap û Şirnexê bomberdûmana balafirên şer

HPG'ê diyar kir, balafirên şer ên artêşa Tirk roja 17'ê Mijdarê êrîş birine ser qadên gerîla û ragihand, ji ber van bomberdûmanan tiştek bi hêzên wan ên gerîla nehatiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 17'ê Mijdarê saet 18:00 û 20:00 du caran êrîş birin ser qala Cîloyê Biçûk ê Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Balafirên şer êvara heman rojê saet 19:40'î bombe li qada Şehîd Kendal a navçeya Qilaban a Şirnexê barandin.

Ji ber bomberdûmanê tiştek bi gerîlayên me nehatiye."