Qedexeya ku rêveberiya Elman daniye ser sembolên Kurdan, li eyaleta Bavyerayê ku rastgirên mûxafazakar lê desthilatdar e, veguheriye 'Fobiya Kurd'.
Polîsên Bavyerayê, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Ciwanên Azad ji xwe re kirin hincet û meha Tîrmehê avêtin ser kampeke penaberan a li bajarokê Gablîngenê yê li nêzî bajarê Aûgsbûrgê. Polîsan odeya penaberê Kurd Abdûrrahman Bîçen sax kirin û dest danîn ser wêneyê Ocalan, ala Ciwanên Azad û telefona destan a Bîçen. Lêpirsîna ku ji aliyê polîsan ve hatiye destpêkirin, dewam dike.
'ODEYA WÎ LI GEL VEKIRIYE!'
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî ku hatiye îxbarkirin ku Bîçen wêneyê Ocalan û ala Ciwanên Azad daliqandiye, meha Tîrmehê biryar hatiye dayin ku lêpirsîn dest pê bike. Serdegirtin û lêpirsîn jî li gorî qedexeya li ser PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve dewam dike û Qanûna Komeleyan hatin kirin. Dadgeha Herêmê ya Aûgsbûrgê di biryara xwe ya lêpirsîna 16'ê Tîrmeha 2018'an de îdîa kir ku odeya Bîçen a li kampa penaberan 'cihekî li gel vekiriye'. Qanûna Komeleyan ku polîs pişta xwe dispêrin wê, daliqandina wêneyên Ocalan tenê li cihên ji raya giştî re vekirîne qedexe dike. Dadgehê bi bîr xist ku bi fermannameya 2'ê Adara 2017'an a Wezareta Karên Hundir re posterê Ocalan û ala Ciwanên Azad hatiye qedexekirin.
Weke ku tê zanîn, di fermannameyê de ku ji 16 eyaletên Elmanyayê re hatin şandin, di serî de alên YPG/YPJ, PYD, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek sembolên Kurdan hatin qedexekirin ku li deverên li raya giştî vekirîne bên daliqandin. Rê û rêbazên bicihanîna qedexeyê jî ji însiyatîfa eyaletan re hate hiştin. Li Eyaleta Bavyerayê ji par û vir ve bi vê hincetê serdegirtin li malên aktîvîstên Kurd û Elman tê kirin. Kesên ku di medya civakî de sembolên ji bo destekkirina berxwedana YPG/YPJ'ê diweşînin, dikevin ber lêpirsînê.