Ji ber mayînan di salekê de 2 hezar û 793 kes mirin

Li gorî Handîcap Înternatîonal a rêxistina civaka sivîl a navneteweyî di sala 2017’an de ji ber mayînên reş ên qedexe 7 hezar û 293 kes an mirine yan jî birîndar bûne.

Handîcap Înternatîonal a tevgera têkoşîna bi mayînên reş û antî-personel re dikin, rapora xwe ya sala 1017’an eşkere kir.

 Li gorî vê ji ber mayînên reş di sala 2017’an de 2 hezar û 793 kes mirine, 4 hezar û 431 kes jî bi awayekî cidî birîndar bûne.

Ji aqûbeta 15 kesên ku bi awayekî cidî birîndar jî bûne ti agahî nehatiye girtin. Di raporê de hatiye gotin ku li herêmên ku şer lê hene xebatekî baş nehatiye kirin, dibe ku kesên ji ber mayînên reş ziyaneke mezin dîtibe li gorî hejmara hatibe ragihandin hê zêdetir be.

Di raporê de bal hatiye kişandin ku hejmara kesên ku ji ber mayînên reş ziyan dîtine sala 2017’an hê zêdetire, hate ragihandin ku welatên ku herî zêde ziyan ji ber mayînan dîtine bi rêzê ve Iraq, Sûriye û Afganistan tê.

2 HEZAR Û 452 ZAROK ZIYAN DÎTINE

Di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2017’an de bi awayekî giştî li 53 welatan mirov bûne qûrbaniyên mayînê reş, li Afganistan 2 hezar û 300 kes, li Sûriyeyê 1 Hezar û 906, li Ûkrayna 429, li Iraqê jî 304 kes raste rast ji ber mayînên reş ziyan dîtine.

Di raporê de hate destnîşan kir ku ji yên ziyan ber ketine ji sedî 87 sivîl in, ji van ji sedî 47 ango 2 hezar û 452 kes zarok in.

Her wiha di raporê de hatiye bibîrxistin ku tevî ku mayînên antî personel ku bi qasî deverekî 100 km li xwe digire ku qedexe ne jî îro hê jî li welatên mîna Tirkiye, Azerbeycan, Bosna Hersek, Kamboçya, Çad, Hirvatistan, Iraq, Tayland,Yemen, Afganistan, Angolayê hene.

Ji aliyê welatên YE’yê ve sala 1997an û vir ve bi Peymana Ottowa hilberandina mayînên antî personelî, kîrîn, veşartin û bikaranîna wê hatiye qedexekirin. Heta niha 163 welatan îmzeya xwe li peymanê daye, tevî hemû têkoşînê jî hê jî ji ber van mayînan welatî dibin qûrbanî.