Plana dewleta Tirk a ji bo talankirina zeytûnên Efrînê

Dewleta Tirk a ku zeytûnên Efrînê didize, planek ji bo firotinê jî amade kiriye. Li gorî vê yekê, zeytûnên hatine dizîn wê di deriyê sînor ê ku 8'ê Mijdarê li Cindirêsê hate vekirin, derbasî nava Tirkiyeyê werin kirin.

Dewleta Tirk ku tevî komên xwe yên çete ji 20'ê Çileya 2018'an û vir ve li Efrînê mirovan dikujin, xwezayê talan dikin û qadên dîrokî ji holê radikin, niha jî amadekariyan dike ku zeytûnên Efrînê bidizin û bibin Tirkiyeyê.

Di çarçoveya vê plana talankirinê de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi navê "Deriyê Sînor ê Şaxê Zeytûnê" hate vekirin. Bi vekirina vî derî re plana talankirinê ya dewleta Tirk jî dest pê kir.

Dewleta Tirk a dagirker ku beriya niha dest danîbû ser genimê Efrînê, wê ji zeytûnên Efrînê jî pereyekî zêde bi dest bixe. Tevî pirsgirêkên derketine holê jî, dewleta Tirk wê herî kêm 80 milyon dolarî ji zeytûnên Efrînê bigire. Li Efrînê 18 milyon darên zeytûnê hene û zeytûnê 14 milyon ji van gelekî bi kalîte ne. Li gorî agahiyên ku me ji Desteya Çandiniyê ya Efrînê wergirtin, îsal herî kêm 200-210 hezar ton zeytûnên kesk û nêzî 30.000 ton wê zeyt ji zeytûnên Efrînê bên.

Dewleta Tirk wê herî kêm 85 ji sedî yê zeytûnên Efrînê bibe Tirkiyeyê û bifiroşe. 10-15 ji sedî jî wê li bajêr bihêle.

JI BO ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ DERIYÊ TALANÊ HATE VEKIRIN

Deriyê Talankirina Zeytûnên Efrînê roja 8'ê Mijdarê hate vekirin. Di 22'ê Îlona 2018'an de di nûçeyeke ANF'ê de hatibû ragihandin ku dewleta Tirk ji bo zeytûnên Efrînê derbasî Tirkiyeyê bike, li Kûllû ya Cindirêsê (Qumli) dest bi çêkirina deriyê sînor dike.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirk roja 9'ê Mijdarê eşkere kir ku "Deriyê Sînor ê Zeytîn Dali (Şaxê Zeytûnê)" li bazirganiyê hatiye vekirin.

Li Efrînê beriya dagirkirinê zêdeyî 280 parzûngehên zeytê hebûn. Li Efrînê ku 18 milyon darên zeytûnê hene, ji rêjeya 20 ji sedî ya zeytûnên kes 30-35 hezar ton zeyt dihate bidestxistin. Pisporên cotkariyê dibêjin, ji berhemên îsal ên li Efrînê bi qasî 40 hezar ton zeyt dikare bê bidestxistin. Zeyta li Efrînê tê çêkirin, her sal beşek jê li Efrînê dimîne, beşeke mezin li herêmên din ên Rojava û herêmên rejîmê yên Heleb, Laqkiye tên firotin.

Lê belê îsal ne zeytûn ne jî zeyt ji Efrînê neçû herêmên rejîmê û Rojava. Ji ber ku dewleta Tirk ji bo zeytûnan bibe Tirkiyeyê û ji wir jî bifiroşe Spanyayê, derxistin zeytûnan ji bo derve qedexe kiriye. Zeyta tê hilberandin jî, beşeke gelekî kêm li Efrînê hatiye hiştin. Ev rewş nîşan dide ku dewleta Tirk plana xwe ya li ser zeytûnên Efrînê xistiye meriyetê.