Talankerê AKP'ê çav berdaye Gola Wanê

Qeyûmên ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li şaredariyên DBP'î hatine bicihkirin, peravên Gola Wanê ji xwe re kirine navenda rantê. AKP û qeyûman niha jî dest bi firotina Gola Wanê kirine.

Qeyûmên ku ji aliyê rejîma AKP'ê ve li Şaredariyên Wanê yên DBP'yî hatine bicihkirin ev 2 sal in çavkaniyên Wanê talan dikin. Qeyûman hemû malên şaredariyan pêşkêşî alîgirên xwe û AKP'iyan kirine, hîn zêdegavî kirin û niha jî dest bi firotina Gola Wanê dikin.

AKP û qeyûmên wê ku hemû malên şaredariyê firotine, niha jî çav berdaye Gola Wanê. Qeyûmê AKP'ê yê li Erdîşê, perava Erdîşê ku bi 7 kîlometreyan dirêje kiriye navenda rantê. Li hemû park, bexçe, cihên bêhnvedan û qadên lîstikê yên ji aliyê Şaredariya DBP'î ve li Erdîşê hatin çêkirin, cafe û restorant çêkir û da firotin.

PERAVÊN WANÊ JI BO 40 SALAN JI AKP'IYAN RE TÊN FIROTIN

AKP û qeyûmên wê ku peravên Erdîşê firot, niha jî li dora Gola Wanê avahî çêkir û firot. Qeyûmê Erdîşê ku cihên bêhnvedan û gerê yên gel ji xwe re kiriye navenda rantê, li 200 metreyên perava Gola Wanê cafeyek û restorantek çêkir. Her wiha destûr da ku li gelek deverên peravê bi kevir û beton bê dagirtin. Qeyûm, cafe û restorantên li qiraxa Gola Wanê hatine çêkirin ji bo 25 heta 40 salî difiroşe AKP'iyan.

Qeyûmê Erdîşê beriya niha hemû mal û makîneyên kar ên Şaredariya Erdîşê firotibû. Eraseya bazara berê ya penêr a li navenda bajêr û erasa 6 donimî ya li taxa Kişlayê ku yên şaredariyê ne, bi buhayekî gelekî kêm firotibû.

GEL NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QEYÛM DA

Gelê Erdîşê nerazîbûna vê talanê da û diyar kir ku yekane tişta ku qeyûm jê fêhm dikin, firotina malên şaredariyê ye. Şêniyên Erdîşê gotin, "Bi zorê dest danîn ser şaredariya me. Hevşaredarên me girtin. Şaredariya me ku ti deynê wê tine bû, hemû malên wê firotin û deyndar kirin.

Peravên ku ji bo ger û geşta gel ji aliyê şaredariya me ve hatibû amadekirin, ji xwe re kirin cihê rantê. Niha jî dest bi parvekirina gola me ya Wanê kirin. Çavê van ti carî têr nabe. Tenê ji firotin, hilweşandin û talankirinê fêhm dikin. Lê çi dikin bila bikin, di hilbijartinê de em ê wan ji vir biqewirînin. Em ê hesabê tiştên ku li Erdîşê û Gola Wanê kirine bipirsin."