PJAK: Em ê heta dawî xwedî li Rêberê xwe derkevin

PJAK'ê bi tundî li ber biryara DYA'yê ya li dijî her sê pêşengên Kurd rabû û got, "Ev biryar xizmetê ji DAÎŞ'ê û Erdogan re dike." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Gelê Kurd wê heta nefesa xwe ya dawî xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Her diçe nerazîbûnên li dijî biryara Wezareta Karê Derve ya DYA’yê li dijî sê şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan zêde dibe. Li ser mijarê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyekî nivîskî da.

PJAK'ê eşkere kir ku careke din hêzên berjewendîparêz îradeya azadîxwaz û hêzên şoreşger kirin hedef. Herwiha PJAK'ê got ku piştî nemana terorê jî baweriya Amerîka û koalîsyonê bi aştî û demokrasiyê nîne, berevajî dixwaze hêzên şoreşger û azadîxwazên cîhanê bêbandor bikin.

PJAK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe û derbasî qonaxekî nû ya pêşbaziyên siyasî û dîplomasiyê dibe. Hêzên hegomonya yên cîhanê û herêmî hemû hewldan û hêza xwe ji bo berjewendiyên xwe yên herêmê û hevsengiya siyasî biparêzin xistine dewreyê de. Tişta mijara gotinê ye di serdema Şerê Cîhane yê Sêyemîn de, Kurdan bi pêşengiya tevgera azadîxwaza gelê Kurd weke aktorekî sereke di şerê li dijî terorê de rol lîstiye û parastina nasnameya gelên azadîxwaz kiriye. Helwesta şoreşgerî û rêbaza têkoşîna demokrratîk a tevgera azadîxwaz a Kurd hemû plan û siyaseta hêzên hegomonya yên cîhanî û herêmî pûç kiriye. Lewma hêzên berjewendîparêz li ji bo serxistina siyaseta nedemokrastîk, înkar û ji holê rakirina nasname û îradeya azad careke din hêzên şoreşger kirine hedef.

Bi taybet di qonekî ku ji bo raya giştî ya cîhanê eşkere bû ku PKK weke hêzekî sereke li Kurdistanê û herêmê di şerê li dijî DAÎŞ'ê de rolê sereke hebû. Piştî vê lehengiya dîrokî hedefgirtina sê şoreşger û têkoşerên PKK'ê û pêşêngên têkoşîna azadîxwaza gelê Kurd a ji aliyê Amerîka ve perde li ser heqîqeteke din hatiye rakirin. Amerîka û koalîsyon, piştî dawîhatina terorê baweriya wê bi aştî û demokrasiyê nîne, berevajî li pey bêbandorkirina û ji holêrakirina hêzên şoreşger û azadîxwaz ên cîhanê ne. Ev jî j bo Amerîka cihê şermezarî û sernizmiyê ye.

Herçiqas Amerîka bi revandin û radestkirina Rêber Apo ya ji bo dewleta Tirk û hewldana tesfiyekirina PKK'ê de dijmintiya Kurdan kiribe jî, heta roja îro jî di tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dewleta Tirk ên li her cihî li ser Kurdan pêk tên erê kiriye. Biryara nû ya Amerîka ji bo sererastkirina peywendiyên Tirkiyeyê û gurkirina şerê û tundiya li herêmê ye. Herwiha ji bo berjewendiyanên xwe dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd û gelên azadîxwaz eşkere kir."

PJAK'ê biryara Amerîkayê weke biryareke şaş û li dijî hemû pîvanên mafên mirovan, destpêkirina qonaxekî nû ya metirsîdar a li dijî gelên azadîxwaz, hêzên soslayîst û şoreşgerên Kurdistanê û cîhanê bi nav kir.

DIVÊ RAYA GIŞTÎ RABE SER PIYAN

PJAK'ê biyar bi tundî şermezar kir û eşker kir ku biryar xizmeta DAIŞ'ê û Erdogan dike û got; "Bila Amerîka û koalîson baş bizanibin ku êdî gelê Kurd rê nade bibe qurbanê hêzên hegomonya û statûpêzên herêmê. Wê hata nefesa xwe ya dawî xwedî li şoreşgerên rasteqîn ên xwe derkevin. Di vê qonaxa hestyar de, pêwîste hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz, kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar, ciwan û jinên azadîxwaz ên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyên demokratîk vê helwesta Amerîka şermezar bikin û pûç bikin."