FEMEN'ê lîderên dewletan protesto kir

FEMEN'ê ji serokên hikumet û dewletan ên li paytexta Fransa Parîsê li hev civiyan re got, "Hûn bi xêr hatine sûcdarên şer" û ew prostesto kir.

Bi wesîleya 100. salvegera qedandina Şerê Cîhanê yê Yekemîn, hin serokên dewlet û hikumetan li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron hatin paytexta Fransa Parîsê. FEMEN'ê jî ew şermezar kir.

3 endamên FEMEN'ê li ber Deriyê Serketinê yê li navenda Parîsê li hev civiyan û bi zimanê Îngilîzî pankarta bi nivîsa "Hûn bi xêr hatine sûcdarên şer" (Welcome war criminals) vekirin.

Jinan her wiha nivîsa "Sextekarên ku xwe weke alîgirê aştiyê nîşan didin, dîktatorên rasteqîn" li ser sînga xwe nivîsandin.