Bûldan: Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan silav da Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye. Bûldan got, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê mezin bikin."

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser mijarên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî û hilbijartinên xwecihî li hev civiya. Civîn li avahiya navenda giştî ya partiyê pêk hat. Li salona civînê pankarta bi nivîsa "Leyla Guven mafdar e, divê tecrîd bê rakirin" hate daliqandin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser girîngiya kombûna jinan a beriya hilbijartinên xwecihî û siyasetmedarên jin ên li girtîgehan dîlgirtî ne silav kir.

SILAV DA LEYLA GUVEN

Bûldan got, ew xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye ûg ot, "Îradeya jinan bi vê rê û rêbazê nekarîn teslîm bigirin û baş zanin ku wê nikaribin teslîm bigirin. Ya girîng cih nîne, ya girîng rê û armancên me ne. Em ê vê têkoşînê li zindanan, li kolanan, li meclîsê bimeşînin."

'EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'

Bûldan wiha axivî: "Parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina birêz Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. Li dijî birêz Ocalan ku li vî welatî têkoşîna demokrasî, aştî û azadiymê dide, di nava tecrîdê de tecrîd tê ferzkirin. Ne bi malbat ne bi parêzer ne jî şandeyên siyasî re dihêlin ku hevdîtinê bike. Di vê heyama ku weke rehîne tê girtin de Leyla Guven bi bawerî û berxwedaneke mezin dest bi vê çalakiyê kir û em jî vê çalakiya wê silav dikin. Em ê jî bi hemû çalakî û hewldanên xwe ve li dijî tecrîdê bikevin nav tevgerê. Lewma tecrîd, di heman demê de tecrîda li dijî azadiya jinê ye. Em ê tecrîdê bi jinan bişikînin."

'BI AKP'Ê RE DESTAVÊTIN Û KOMKUJÎ ZÊDE BÛN'

Bûldan diyar kir ku di 16 salên desthilatdariya AKP'ê de êrîş li destketiyên jinan hatine kirin û got, "Ji ber ku ji jinan ditirsin. Ji siyaset, berxwedan û biryardariya jinan ditirsin. Rejîma zilam a yek şexsî baş zane ku yekane hêza pêşî li wan bigire, jin e. Ji ber vê yekê bi destê qeyûman saziyên jinan hatin girtin û sîstema me ya hevserokatiyê tine hate dîtin. Komkujî, destavêtin, destdirêjiya li jinan roj bi roj zêde dibe. Di rewşeke wiha de ku şîdet li jinan tê kirin, tişta ku em divê bikin, lihevkombûna jinan e. Bi vî rengî divê pêşî li vê sîstemê bigirin."

'NABE KU WEKE HILBIJARTINEKE JI RÊZÊ BÊ DÎTIN'

Bûldan diyar kir, hilbijartin dikare bibe wesîle ji bo jin li dijî rejîma yek şexsî li hev bicivin û got, "Em zanin ku di her hilbijartina em tevlîbûne de jin li ber rejîma mêr rabûne. Me di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ev dît. Me got 'tifaqa jinan' û bi vê yekê re em bi ser ketin. Dixwazin serketina tifaqa jinan a di vir de destnîşan bikim. Li ber me hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hene. Em bi hejmareke xurt a namzetên jin û bi tevlîbûna bi hêz a jinan xwe ji vê hilbijartinê re amade dikin. Nabe ku ev hilbijartin weke hilbijartineke ji rêzê were dîtin. Wê bibe hilbijartinek ku jin ji qada xwecihî ber bi desthilatdariyê ve bimeşin. Tifaqa jinê, îradeya jinê wê bi ser bikeve."

Bûldan bal kişand ser kiryarên qeyûman ên şaredariyên DBP'yî desteser kirine û got, "Jin wê bajarên xwe, wê xwe bi rê ve bibin. Ji roja ku qeyûm hatine tayînkirin û vir ve herî zêde saziyên jinan tên girtin. Êrîş birin ser nirxên Kurdan, hewl dan ji holê rakin. Em soz didin, qeyûm wê bi destê jinê biçin û wê jin li wan kursiyan rûnên."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi dewamî got, "Li dijî tifaqa mêran em tifaqa jinan e. Em dest bidin hev û di bin sîwana HDP'ê de bila hemû jin bibin namzet. Em bang li jinan dikin ku di bin sîwana HDP'ê de siyasetê bikin û hêza xwe nîşan bidin. Piştî ku dema serlêdanê hate destnîşankirin, jin dikarin di nava hevserokatiya şaredariyan, meclîsan û keyatiyan cih bigirin. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi hev re azad bibin, bi hev re tecrîdê rakin."