QSD: Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ dîsa dest pê kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku qonaxa dawî ya Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ dîsan dest pê kiriye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Girê Spî û Kobanê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo demekê hatibû rawestandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajarê Kobanê û Girê Spî yên Bakurê Sûriyeyê 31’ê Cotmehê Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ ji bo demekê dabûn rawestandin.

QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Pêngava ‘Bagera Cizîrê’ dîsan dest pê kiriye.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî belav kir:

“Rêxistina DAÎŞ‘ê ji êrîşên Tirkiyê yên li dijî gundên me yên li ser sînor sûd digire. Lewra hêzên me neçar ma ku pêngavê rawestîne ta gefên li ser sînorê me bi dawî bibe. Ji ber vê yekê jî rêxistina terorîst li hemberî me di êrîşên xwe de wesayîtên bombebarkirî û kesên xwekuj bi kar dianîn.

PÊNGAV JI NÛ VE DES PÊ KIR

Di encama peywendiyên fermandariya giştî ya hêzên me û fermandariya Koalîsyona Navdewletî de, biryar hate dayîn ku pêngav dîsa bidome.

Operasyonên me ku me dabû sekinandin di çarçoveya êrîşên bejahî de sînordar bû, lê çalakiyên esmanî yên balafirên koalîsyonê di vê hefteyê de berdewam bû. Di vê çarçoveyê de gelek navend û baregehên terorîstan bûn hedef û gelek terorîst hatin kuştin.

Her wiha yekîneyên me yên taybet bi hevkariya balafirên Koalîsyona Navdewletî çalakiyên bi bandor kirin. Di encamê de yek ji fermandarên mezin ên rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê li Reqayê hate girtin. Ev yek diyar dike ku hê jî komên rêxistinê û şaneyên wê yên veşartî li herêmên rizgarkirî hene.

Ev yek jî diyar dike ku teqezî li ser girîngiya berdewamiya hevkariya xebateke demdirêj ji bo peydakirina ewlehiya herêmê dike, ku nehêle rêxistinên terorîst dîsa derkevin.

Hêzên me, wê Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê bidomîne û rêxistina DAIŞ‘ê li hawizê Firata navîn û hucreyên veşartî tine bikin.

JI BO SIVÎLAN HIŞYARÎ

Em sivîlan hişyar dikin ku nêzî navendên DAIŞ‘ê û deverên ku îhtîmal heye were hedefgirtin nebin. Ji ber ku rêxistina terorîst sivîlan neçarî dikin ku li hin deveran kom bibin û wan wekî mertalên zindî bi kar tînin, di heman demê de jîngehan jî wekî embarên çekan bi kar tînin. Li ser vê esasî em bang li sivîlan dikin ku heya karibin ji herêmên leşkerî derkevin da ku ziyan negihêje wan.

EM Ê SÎNORÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ BIPARÊZIN

Wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, di heman demê de ku em teqezî li ser tinekirina terorê dikin, em teqez dikin ku em ê parastina sînorê navdewletî yê Bakurê Sûriyê bikin û aştiya navxweyî ji bo hemû pêkhateyan mîsoger bikin. Careke din em teqezî li ser diyalogan dikin ku wekî rêbazê çareserkirina hemû pirsgirêkan dikin, ji ber ku zimanê gefan ti encamên erênî bi xwe re nayîne.

Em teqez dikin ku em banga biratî û aştiyê dikin û gefên me ji bo kesekî nîn e. Em di wê baweriyê de ne ku, masyea diyalogan rêbazê herî guncav a çareserkirina hemû pirsgirêkan e."