Li Çelê 3 çeperên leşkerên Tirk hatin rûxandin

Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Tepê Sor ê li Çelê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 3 çeper hatin rûxandin û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya gerîla ya li Çelê ev daxuyanî da:

"Hêzên me roja 5'ê Mijdarê saet 11:15'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Sor çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin û di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û topên hawanê avêt derdorê."