Lehiyê li kampa Êrîşê da, jinek mir

Li Hesekê lehiyê li Kampa Êrîşê da, kon hate xwarê û jinek mir.

Li Kampa Êrîşê ku koçberên ji Dêra Zorê lê dimînin, lehî rabû û konek hate xwarê. Jineke ku di bin kon de ma, mir.

Her wiha ji ber sedema barana zêde perwerdehiya li dibistanên kampê hate rawestandin, rewşa şiliyê herî pir bandor li zarokan kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji dema ku kamp ava bûyî heta niha hewl dide ku alîkariyê bi koçberan re bike. Alîkariya ku ji ber ambargoya li ser herêmê, ji ber zêdebûna nifûsê têrê nake.

KOÇBER: PÊDIVÎ BI ALÎKARIYÊ HEYE

Miheme Elî ku ji herêma Meyadînê ya Dêra Zorê hatî û ji rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAÎŞ'ê reviyayî got, ev 3 meh in li kampê ne, rewşa wan ne baş e û avê daye ser konê wan.

Elî got, ji ber sedema baranê û sermayê ew nikarin pêdiviyên xwe bi cih bîni û alîkariya ku ji bo wan tê şandin têrê nake.

Miheme Xelef û Metera El Hecî yên koçber jî gotin ji bo zivistanê konên wan nînin, ji bo ku konên wan kevn in, av di wan re tê.

Koçberên ku li ber konê Komîseriya Payebilind a Penaberan a NY'yê ya li kampê komî ser hev bûn, ji bo ku alîkarî bi wan were kirin her roj serlêdanê dikin.

Koçberan diyar kirin Rêveberiya Xweser alîkariyê bi wan re dike lê têra wan nake, malavayî li Rêveberiya Xweser kirin û gotin divê rêxistinên alîkariyê bi berpirsyariya xwe rabin.

Rayedarên navenda tenduristiyê ya Heyva Sor a Kurd a kampê diyar kir her roj ji 200'î zêdetir kes bi nexweşiyê têne cem wan.

Li Kampa Êrîşê ku 30 kîlometre li başûrê Hesekê ye, 9 hezar koçberên ji Dêra Zorê hene.