Gewriye: AKP dixwaze komkujiyên nû bike

Elîzabeth Gewriye diyar kir ku AKP dewma Îttîhat Terakkî ye û got, "Dixwaze komkujiyên nû bike û Bakurê Sûriyeyê dagir bike."

Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elîzabeth Eysa Gewriye ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist, ji destpêka krîz û şer û vir ve ku 8 sal in dewam dike, wan berê xwe daye gelên Sûriyeyê. Gewriye got, "Me rêveberiyên xweser ên demokratîk ava kir ku mafên olî, etnîkî û rêveberiyê yên hemû gel û civakan nas dikin. Dema ku me destpêka sala 2014'an rêveberiyên xweser ên demokratîk ava kir, me wekhevî, biratiya gelan û edaleta civakî ji xwe re esas girt."

JI BO SÛRIYEYEKE NÛ Û DEMOKRATÎK

Elîzabeth Eysa Gewriye anî ziman, bi saya şervanên ku Bakurê Sûriyeyê bi dayina berdêlên giran û bi têkoşîneke mezin ji êrîş û fikrên tarî diparêzin, ew niha li ser piyan e û got, "Bi saya têkoşîna mezin a li ser rûyê erdê, me karîbû Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin. Ev rêveberî ne ji bo parçekirina Sûriyeyê, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû û demokratîk ava bû. Ji bo gelên Bakurê Sûriyeyê xwedî îrade bin û di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de ev îrade were naskirin û temsîlkirin ava bû."

'DIXWAZE SEYFOYÊN NÛ PÊK BÎNE'

Elîzabeth Gewriye diyar kir, projeya wan a demokratîk, dewleta Tirk a ku mejiyê wê ne demokratîk e aciz dike û wiha dewam kir:

"AKP dewama Îttîhat û Terakkî ye. Çawa ku Îttîhat û Terakkî rabû Suryanî û Ermenî qetil kir, AKP jî dixwaze Seyfoya mîna sala 1915'an pêk bîne. Li aliyê Efrîn, Bab û Cerablûsê komkujî kir û gel ji cih û warê wan kir. Dixwaze demografiya van herêman biguherîne. Erdogan dixwaze bi rêya şerekî mezin ê herêmî Ereban, Kurdan, Suryaniyan, Tirkmenan, Ermeniyan, Çerkezan qir bike û ji Bakurê Sûriyeyê derxîne."

ERDOGAN ÊRÎŞÊ DIBE SER PROJEYA ME

Gewriye işaret bi projeya rêveberiya xweser a demokratîk kir û anî ziman, ev projeya wan xwedî wê hêzê ye ku dikare terora li herêmê biqedîne. Gewriye wiha pê daket:

"Hêzên me heta niha li keleha dawî ya DAÎŞ'ê şer dikirin. Tevî vê yekê jî Erdogan êrîşê dibe ser projeya me, dibe ser hêzên me. Êrîşî Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî dike. Dixwaze mejiyê xwe yê yekperest û şoven li ser axa me jî nîşan bide. Bi vî rengî bêhnê tîne ber terora DAÎŞ'ê û destekê dide DAÎŞ'ê."

WELAT Û GELÊ ME HÊJAYÎ ÇARESERIYÊ YE

Elîzabath Gewriye got, ji bo şerê li gelemperiya Sûriyeyê biqede û êdî krîz çareser bibe divê Neteweyên Yekbûyî dest li rewşê werde û wiha dewam kir: "Gelên Sûriyeyê bi têra xwe êş kişandin. Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk ava bikin. Ji ber ku welatê me, axa me û gelên me hêjayî vê yekê ne. Xaka Sûriyeyê di herikîna dîrokê de dergûşa şaristanî û zanistiyê bû. Tîpên (herf) destpêkê li ser vê axê çêbûn."

ELÎZABETH GEWRIYE KÎ YE?

Zewiciye, dayika 3 zarokan e û perwerdekareke ku 28 salan mamostetî kiriye. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Suryanî karên girîng kiriye. Berdevkiya Civaka Suryanî kiriye. Elîzabeth Gewriye ji sala 2005'an û vir ve dîplomasiya gelan dike. Sala 2014'an di asta pêşengiyê de tevlî nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Rojava bû. Gewriye karê xwe yê ji bo zimanê dayikê yê Suryanî didomîne. Di heman demê de Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.