Ji bo Sîsê Bîngol kampanya îmzeyan dest pê dike

Sîsê Bîngol tevî emrê xwe yê dirêj li girtîgehê tê hiştin. Bi nexweşiyên giran ketiye. Dibêje, "Eger ez ê bimirim, dixwazim li gundê xwe li ser axa xwe bimirim." ÎHD'ê ji bo berdana dayika Sîsê dest bi kampanya îmzeyan dike.

Li gorî daneyên Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê 1153 girtiyên nexweş hene ku rewşa 402 ji van giran e. Yek ji van girtiyên nexweş ku rewşa wê giran e, Sîsê Bîngol a 85 salî ye. Sîsê Bîngol li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T a Tarsûsê tê hiştin.

Nexweşiyên mîdê, şekir, astim û tansiyonê pê re hene. Hêza wê nîne ku bi tena serê xwe bijî. Bi alîkariya girtiyên din li ser piyan dimîne.

Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê ji bo Sîsê Bîngol raporek amade kir û got, "Ji ber tenduristiya xwe nikare li girtîgehê bimîne." Lê tevî vê yekê jî di rapora Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê de hate îdîakirin ku dikare li girtîgehê bimîne, lewma nayê berdan.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Derya Yildirim diyar kir, Bîngol ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare li girtîgehê bimîne û got, divê tavilê were berdan.

Yildirim bi bîr xist ku Sîsê Bîngol di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re gotiye, "Eger ez ê bimirim, dixwazim li gundê xwe, li ser axa xwe bimirim" û wiha dewam kir, "Binpêkirina mafê jiyanê ye ku miroveke ewqasî extiyar û bi nexweşiyên giran li girtîgehê were hiştin."

KAMPANYA ÎMZEYAN JI BO SÎSÊ BÎNGOL

Yildirim anî ziman, ku carna hişê Sîsê Bîngol ji serê wê diçe, lewma nikare zarokên xwe jî nas bike û got, ew hewl didin serdana Bîngol bikin.

Yildirim diyar kir, ji bo balê bikişînin ser rewşa Bîngol wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û ji bo wê dest bi kampanya îmzeyan bikin. Yildirim got, "Sedema girtina xwe çi dibe bila bibe, eger girtiyên bi nexweşiyên giran li girtîgehê tê hiştin, ev yek binpêkirina mafê jiyanê ye. Berdana Bîngol pêkan e, lê hîn jî nayê berdan. Pêwîste Sîsê Bîngol tavilê were berdan."

Sîsê Bîngol ku 6'ê Nîsana 2016'an li gundê xwe yê Badanê yê navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtina malê de hate destgîrkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.