Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

HPG'ê ragihand, li Mêrdîn û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî hatin dayin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li Efrînê di 2 çalakiyên cuda de yek jê leşkerekî Tirk 3 dagirker hatine kuştin. YPG'ê dîmenê çalakiyê jî weşand.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn gef xwar û got, eger êrîşeke gengaz li dijî welatê wan bê kirin, ew ê jî bi bombeya atomê bersivê bidin.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku bi rizgarkirina Reqayê re dîwarên koledariyê rûxiyane û got, "Azadiya Reqayê bû hêvî ji hemû jinan re." YPJ'ê şervanên li eniya Dêra Zorê jî silav kir.

Rêveberên Tirk, Rûs, Elman û Fransayê, ji bo li ser krîza li Sûriyeyê biaxivin wê li Stenbolê li hev rûnên.

Li Eyaleta Pencap a Hindistanê, dema cejneke ya Hindiyan dihate pîrozkirin, trenekê pê li welatiyên li ser rayên trenê bûn, kir. Hate ragihandin ku di bûyerê de 50 kes mirine.

Di çalakiyên protestoyî yên li herêma Şerîda Xeze ya navbera Filistîn û Îsraîlê de 77 Filistînî birîndar bûn.