Pûtîn-Macron-Merkel-Erdogan wê 27'ê Cotmehê li hev rûnên

Rêveberên Tirk, Rûs, Elman û Fransayê, ji bo li ser krîza li Sûriyeyê biaxivin wê li Stenbolê li hev rûnên.

Li gorî daxuyaniya Serokkomariya Tirk, civîna bilind a rêveberên her çar welatan, wê 27'ê Cotmehê pêk were. Civîn wê di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel de pêk were.

Tê gotin ku mijara sereke ya civîna bilind wê meseleya Îdlibê be û çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê jî wê  yek ji mijarên rojevê be.

Li gorî medya Fransayê, Qesra Elysêe piştrast kir ku Macron wê tevlî civîna bilind bibe.

Çavkaniyekî ji Serokkomariya Fransayê got, "Ji bo li herêma Îdlibê felaketeke însanî rû nede û pêleke nû ya penaberan pêk neyê, Fransa dixwaze dewamkirina agirbestê teşwîq bike û pêvajoyeke siyasî ya tevgir dest pê bike."

Ev civîna bilind di demeke welê de pêk tê, ku mîadê ji bo avakirina tampon a li Îdlibê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hate diyarkirin, qediya ye. Her du welatan roja 17'ê Îlonê li hev kiribûn ku herêmeke ji karê leşkerî hatiye paqijkirin bê avakirin.

Diviyabû heta 15'ê Cotmehê çekên giran bihatina vekişandin, lê belê peyman bi cih nehate anîn. Rûsya û Tirkiyeyê demeke din da Heyet Tehrîr El Şam ji bo herêmê biterikîne. Rejîma Tirk di van danûstandinan de bi erka berdevkiya komên çete yên li Îdlibê radibe.