Artêşa Tirk li Mêrdîn û Colemêrgê derb xwar: 15 leşker mirin

HPG'ê ragihand, li Mêrdîn û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 15 leşkerên Tirk hatine kuştin. Di daxuyaniyê de li ser bomberdûmana balafirên şer a li Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî hatin dayin.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên li Mêrdîn û Colemêrgê agahî da.

Daxuyanî wiha ye:

LI STEWRÊ 8 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 7 JÎ BIRÎNDAR BÛN

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 11'ê Cotmehê saet 20:30'î li ser rêya navbera navçeya Stewrê ya Mêrdînê û herêma Ewênayê, li konvoya artêşa TC a dagirker xistin ku derketibû operasyonê. Ji du baskan ve li hemû wesayitên konvoyê hate reşandin û di encamê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa kîrpî û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra bi temamî hatin rûxandin. Di çalakiyê de 8 leşkerên dijmin hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir. Operasyon dewam dike.

Dewleta TC a dagirker, ji bo vê çalakiya serketî ya hêzên me ku derbên giran li hêzên dijmin hate xistin, bi rêya medya xwe ev derew kir; 'Birûskê li qereqolê xistiye û 4 leşker birîndar bûne'.

LI GEVERÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 18'ê Cotmehê saet 14'an li herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker ku li neqeba Bînbîr bi cih bûbû, çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin û di encamê de 2 stargehên dijmin bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Arteşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û topên hawanê avêt herêmê û saet 15'an bi rêya helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir.

AGAHIYÊN LI SER BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Agahiyên berfireh ên li ser bomberdûmanê wiha ne:

17'ê Cotmehê saet 14:45'an balafirên şer bombe li girê Hakkarî yê herêma Metînayê barandin.

Balafirên şer 18'ê Cotmehê saet navbera 09:30 û 11:00 qada Gundê Filleha yê herêma Zapê, saet navbera 21:00 û 23:30'î qadên Karker, Çemço û Rençberaxa yên herêma Zapê û girê Savaş ê herêma Qendîlê bombe kirin.

Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker tiştek bi hevalên me yên gerîla nehatiye. Lê belê xisareke madî li dehl û rezên gundiyan bûye."