Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê ragihand ku di çalakiya 4’ê Cotmehê ya li Êlihê de 1 berbaz, 7 çawîşên pispor bi giştî 8 leşker hatine kuştin.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan diyar kir ku di serdema nû ew ê xebatên xwe geştir bikin û got ku, “Him li meclîsê û him jî li kolanan em ê vê têkoşînê geştir bikin.
Hikumeta Merkel pirsnameya Partiya Çep a têkildarî xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê bersivand û diyar kir ku di sala 2018’an de 13 lêpirsîn hatiye vekirin. Lê hikumetê got ‘razên dewletê ne’ û kitekitên lêpirsînê neda.
Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku dîl hatiye girtin, diyar kir ku tu bendewariyên wan ji AKP û saziyên darizandinê yên Tirkiyeyê tune.
Dayika Hediye ya ku li nava bajar hewl dide çanda koçeriyê bide jiyîn, kesayeta wê ya cuda û balkêş, girêdana wê ya bi welat û çanda wê re ye.
Ligel ku di navbera hikumeta AKP’ê û Yekîtiya Ewrûpayê de peymana penaberan heye, di rojên dawîn de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê zêdetir bûye. Di pênc rojên dawîn ên meha Kewçêrê de 560 penaber gihiştin Yewnanistanê.
Leşkerên Tirk ên rejîma Erdogan gundê Çemê Elika yê Licê dorpêç kirin, ala Tirk li mizgeft, dibistan û mala şînê daliqandin. Hate ragihandin ku leşker stranên nijadperestî pê dixin û gefan li gundiyan dixwin.
Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Aktivîsta Kurd a Êzidî Nadîa Murat û Jineolog Dr. Denîs Mûkege yê ji Komara Kongo ya Demokratîk ên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Cîhanê hate dîtin pîroz kirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya nava rojê yên li dijî HDP’ê de bi kêmanî 49 kes hatin destgîrkirin.
Der ket holê ku mizgefta Esentepe ya li ser fermana Erdogan ji aliyê Şaredariya Uskudarê ve hate hilweşandin di çarçoveya Îmar Barişiyê de ye.