KCK: Divê gelê Kurd rewşa xetere ya li Îmraliyê bibînin

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bi bîr xist ku komplo ketiye sala 20’emîn û di vê pêvajoyê de berxwedana Ocalan a li Îmraliyê ji Kurdan û gelên herêmê re destkeftî aniye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, dema ku destkeftiyên Kurdan zêde dibe, pergala êşkencekirinê ya li Îmraliyê kûr dibe.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em dikevin salvegera 20’emîn a ku Rêbertiya me bi awayekî korsanwarî heta revandin û teslîmî dewleta Tirk hate kirin. Em vê komploya qirêj bi hêrseke mezin şermezar û nalet dikin. Em Rêber Apo silav dikin ê ku bi berxwedaneke mezin bersiv da komployê. Em rêhevalên xwe bi bîr tînin ê ku bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo xelekeke ji agir ava kirin.

KOMPLO LI DIJÎ KURDÊN AZAD PÊK HATIYE

Pergala kapîtalîst a cîhanê ya sedsala 20’emîn Kurdan wekî gelekî bi rûmet û neteweyek qebûl nekir. Kurd înkar û red kirin. Dewletên emperyalîst di nav xwe de li hev kirin û erdnîgariya Kurdistanê ji xwe re kirin mêtingeh. Dewleta Tirk a mêtinger di vê peymana dabeşkirina Kurdistanê de xwe wekî xwediyê para herî mezin dît û nêzî sed salan siyaseta înkar û îmhayê meşand. Kurdan jî li hemberî vê pergalê her dem serî hildan. Serhildana herî mezin a Kurdan jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ye, ya ku tevî koma îdeolojîk a Rêber Apo bi pêşengiya PKK’ê tê kirin. Di vê têkoşînê de  Kurdan ji bo demokrasî û azadiyê gelek tişt bidestxistin.  Hêzên hegemon ên navneteweyî dema ku dest bi Projeya Mezin a Rojhilata Navîn kirin têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji bo xwe wekî gefeke mezin dîtin. Bi komloya 9’ê Cotmehê re xwestin gefa herî mezin a li hemberî xwe ji holê rakin. Yek ji hedefa komployê ev bû ku gelê Kurd wekî gelekî ku nasnameya xwe ya bi îrade û neteweyî bi dest xistiye, nekevin sedsala 21’emîn.

LI HEMBERÎ KOMPLOYÊ

Rêbertiya me bersiveke xurt da vê komploya qirêj û plan û projeyên hêzên komployê yên li herêmê pûç kir. Vê xeleqa berxwedanê ya ku ku gelê me û şehîdên me yên qehreman li dora Rêber Apo ava kirine, bûye xeleqa bingehîn a pûçkirina komployê. Gelê Kurd li her derê li hemberî vê komployê daketin qadan û ev komplo protesto kirin.  Gelek rêhevalên me yên qehreman bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ him bi bedena xwe û him jî bi îradeya xwe li derdora Rêber Apo xeleqeke ji agir ava kirin. Rêhevalên me dîtin ku tişta bi dîlgirtina Rêber Apo re tê xwestin ku ‘Kurdbûna azad’ û ‘Mirovayetiya azad’ were dîlgirtin.

DEWLETA TIRK KETIYA PÊVAJOYA TÊKÇÛNÊ

Di nava bîst salên komployê de li Rojhilata Navîn gelek krîz û geşedan pêk hatine. Di nava van geşedanan de, gelê Kurd bi têkoşînên mezin destkeftiyên mezin bi dest xist. Gelê Kurd ziman, çand û nasnameya xwe ya winda kiribû, ji nû ve bi dest xist. Li hemberî tu desthilatdariyê stûyê xwe xwar nekir û helwesteke bi rûmet û azadîxwaz ava kir. Şoreşa Rojava li pêş çavan e ya ku piştî şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate pêkanîn. A niha dewleta Tirk bi polîtîkayên faşîst hewl dide temenê xwe dirêj bike, lê li Bakur pêvajoya danheva demokratîk û Berxwedana Şoreşger derket holê. Li Şengal û Kobanê tecrube û danheveke mezin derket holê. Tevî gelên din re biratî, wekhevî û têkoşîna hevpar derket holê. Çanda jiyaneke demokratîk û konfederatîf ava dibe. Ji bo avakirina van destkeftiyan gelê Kurd ji bîst hezarî zêdetir şehîd da. Bi sed hezaran ji wê êşkence dîtin. Bi deh hezaran gelê Kurd hatin dîlgirtin. Li ser bi milyonan kesan pêkutî û şîddet hate kirin.

HER KU DESTKEFTIYÊN KURDAN MEZIN DIBIN, SÎSTEMA ÎMRALIYÊ JÎ HÊ KÛRTIR DIBE

Destkeftiyên li aliyê Kurdan, aliyê Demokrasî û Azadiyê her ku pêk tên, nirxandinên Rêber Apo, pêşbîniyên mezin ên dîrokî yên wî, di encama ked û hewldanên girîng de derdikevin. Hemû hewldanên dewleta Tirk a mêtînger û hevkarên wê yên navneteweyî, dixwazin di sedsala 21’an de dîsa Kurdan bê Rêbertî bihêlin. Bê Rêberîkirina Kurdan, yek ji sedemê serekî yê ku sed salan bêazadîkirina Kurdan e. Ji bo wê Rêbertî li çarmixa Îmraliyê hatiye xistin. Ji bo vê her ku destkeftiyên Kurdan mezin dibin, sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê jî kûrtir dibe. Tecrîd û îzalasyon hê girantir dibe. Ji ber ku her roja diçe destkeftiyên aliyê Kurdan, Demokrasî û azadiyê mezintir dibin, ev jî ji aliyê sîstema Tirk a mêtînger ve weke sûc tê dîtin û ji vê Rêber Apo berpirs dibînin. Dibêjin; ‘Çima te ev gel ji xewa kolekirinê şiyar kir, çima ruh da û ji nû ve zindî kir, çima rakir ser lingan?’ Ji bo vê tê cezakirin.

NÊZÎKATIYA DMME’YÊ JI ALIYÊ KURDAN VE REWŞEKE CIDÎ YE

Di salvegera 20’an a komployê di şexsê Rêber Apo de, di nava sîstema êşkence ya li Îmraliyê de û bi teqez di nava tecrîdê de ye. Em ti agahî ji Rêbertiyê nagirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer , ji Îlona 2016’an ve jî malbat bê ku hincetekî hiqûqî bê nîşandan hevdîtin nayê kirin. Herî dawî di serlêdana malbat û parêzeran de hinceta herî dawî qaşû cezayê disiplînê lê hatiye birîn hevdîtin heta 6 mehan hatiye qedexekirin. Ev nehevdîtin vê carê di bin navê cezayê disiplînê de dixwazin bispêrin aliyê hiqûqê. Dîsa hema piştî vê doza sala 2010’an ji bo DMME’yê hatibû kirin, biryara ku bi hinceta ‘ti delîl nîne’ redkirin, ji bo Kurdan rewşekî cidî ye. Dozeke ku di sala 2010’an de hatî vekirin, bersivdayîna DMME’yê ya bi vî rengî tê wateya hevkariya sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê. Rê li ber gotûbêjên wesfa xwe ya dageha mafê mirovan a sivîl a bê alî vekiriye. Helwesta CPT’ê jî bi heman awayî ye. Rapora CPT’ê ya di sala 2016’an de ku ji raya gişt hatî veşartin û li ser daxwaza hikûmeta Tirk eşkerekirin, yek ji mînaka vê ye. Rewşa ku her du sazî ketî nav, dîsa welatên endamên Konseya Ewropa tê wateya destekdayîna siyaseta înkar û îmha û siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dijî Kurdan dike . Ev hem ji bo Kurdan hem jî ji bo komeleyên Demokratîk ên Ewropa rewşekî pir xeternak e.

XETERIYÊN NÛ DIVÊ BÊN DÎTIN

Divê Kurd vê rewşa xeternak bibînin. Divê di serî de ciwan û jinên Kurd vê bibînin. Çawa gelê Kurd di pêvajoya yekem a komployê de bi helwesta xurt ku raber kir cîhan hejand, divê niha di salvegera 20’an de dîsa cîhanê bihejîne. Ji ber ku Kurd ji beriya 20 salan niha bi hêztir e. Hêzên komploger ji vê hêza Kurdan a di vê demê de derdikeve ditirsin. Divê ev rewşa xeter ji aliyê Kurdan ve bê dîtin, li dijî vê komploya qirêj ciwanê Kurd Umît Acar ê xwe li vê ranegirt û bedena xwe da ber agir yek ji ciwanên ku ev yek dîtiye. Çalakiya xweşewitandinê ji aliyê Rêbertiya me û tevgera me ve çalakiyeke ku nayê pejirandin, çalakiyeke wisa ye ku tê rexnekirin. Şêwazê çalakiyê divê esasê xwe ziyanê bide dijmin be. Lê li gel vê divê peyam û ruhê berxwedanê yê şehîd Umît Acar derxistî holê baş fam bikin û pêk bînin, ji aliyê hemû Kurdan ve xwedî wate ye. Xeteriyên nû yên li ser Rêbertî û gelê Kurd dibîne û bi agirberdana bedena xwe balê dikişîne ser vê. Bi çalakiya xwe her kes şiyar û hişyar kiriye. Bang li her kesê kiriye ku bi erka xwe rabe. Ji bo vê bûye yek ji xeleka ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’. Bûye şehîdê salvegara 20’an a komploya navneteweyî. Li hemberî bîranînên wî rêz digirin û bejna xwe ditewînin.

DIVÊ GELÊ ME LI HER DERÊ RABE SER LINGAN

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê ya di sedsala 20’an de û ji bo pûçkirina hesabên xeter ên nû yên hêzên komploger bang li hemû gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat dijîn dikin ku rabin ser lingan û nerazîbûnên xwe di asta herî jor de raber bikin. Di vê pêvajoyê de erka mezin dikeve ser milên ciwan û jinên Kurd. Li ser vî bingehî bang li ciwan û jinên Kurd dikin ku ji şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêbertiya xwe, di vê pêvaoyê de bi aktîv rol bigirin û xwe rêxistin bikin û tevlî çalakiyan bibin.

Dîsa bang li hemû dostên şoreşger li dora biratiya gelan û Yektîtiya Demokratîk bibin yek û di salvegera 20’an a komployê de xwepêşandanên protestoyî li dar bixin, nerazîbûn nîşanî biryara sîstema êşkence ya Îmralî ya DMME’yê ya girêdayî YE’yê, li dijî siyastea îmha û înkar ya sedsalan ku dewleta Tirk a dijimên demokrasî û azadiyê ya li ser Kurdan rabe ser lingan.”