Rojê herî kêm 100 penaber ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê

Ligel ku di navbera hikumeta AKP’ê û Yekîtiya Ewrûpayê de peymana penaberan heye, di rojên dawîn de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê diçin Yewnanistanê zêdetir bûye. Di pênc rojên dawîn ên meha Kewçêrê de 560 penaber gihiştin Yewnanistanê.

Li gorî agahiyên dawîn a ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Yekîtiya Ewrûpayê (ÛNCHR) diyar kiriye, hejmara penaberên ku digihêjin giravên Yewnanistanê zêdetir bûye. Ji serê salê heta niha hejmara kesên bûne penaber, bûye 23.149.

Li gorî agahiyên dawîn ên Wezareta Koç û Penaberiyê ya Atînayê di 4 rojên pêşîn ên meha Kewçêrê de 560 penaber ji Tirkiyeyê hatine Yewnanistanê.

Hejmara penaberên ku ji Çemê Merîçê xwe digihînin Yewnanistanê zêdetir bûye. Di sala 2017’an de ev hejmar 5.500 bû lê di 9 mehên pêşîn ên sala 2018’an de ev hejmar bûye 12 hezar. Rayedarên Yewnanistanê diyar kirin ku di 10 rojên dawîn de li Behra Spî ji 2 hezarî zêdetir penaber hatine rizgarkirin.

Li gorî nivîseke Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê ya ku di çapemeniya Elmanyayê de hate belavkirin, ji serê vê salê heta meha nîveka meha Îlonê ji Tirkiyeyê 38 hezar kes ji bo penaberiyê ji Tirkiyeyê çûne axa Yekîtiya Ewrûpayê. Ev hejmar ji ya sala 2017’an zêdetir e û zêdebûn jî li ser 43 ji sedî ketiye.

36 hezar penaber derbasî Yewnanistanê bûne û yên din jî berê xwe dane Îtalya, Bûlgaristan û Kibrisê. Hate diyarkirin ku îsal 4500 penaber jî ji Tirkiyeyê gihiştina YE’yê.

Yekîtiya Ewrûpayê di Adara 2016’an de bi Enqereyê re li ser penaberan peymanek çêkiribû. Li gorî vê peymanê 3 milyon penaberên ku ji Sûriye, Iraq û Efganistanê hatine, ew ê li Tirkiyeyê werin sekinandin. Ango ew ê Tirkiyeyê sînor bigirta. Rejîma Erdogan jî wê beramberî vî tiştî 6 milyar eûro pere bistenda.

Brukselê heta niha nîvê van pereyan da û di Adara borî de biryar dan ku yên mayî jî di demeke kurt de bidin. Beriya ku Erdogan were Elmanyayê, Elmanyayê biryar dabû ku para xwe 500 milyon Eûroyan bide Enqereyê.