Xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê tê veşartin

Hikumeta Merkel pirsnameya Partiya Çep a têkildarî xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê bersivand  û diyar kir ku di sala 2018’an de 13 lêpirsîn hatiye vekirin. Lê hikumetê got ‘razên dewletê ne’ û kitekitên lêpirsînê neda.

Saziya îstîxbaratê ya Tirkiyeyê MÎT bi rêya saziya diyanetê DÎTÎB, konsolosxane, şîrketên paravan û bankayên Tirkiyeyê tora sîxuran ava kiriye û li Elmanyayê ya ku gelek kesên ji Tirkiye û Kurdistanê lê dijîn, ji xwe re kiriye warekî nû.

Hikumeta federal a ku Angela Merkel serokwezîriya wê dike, di demên dawîn de têkiliyên wan ên bi rejîma Erdogan re zêdetir bûye û Merkel naxwaze ku van xebatên derzagonî yên MÎT’ê ji raya giştî re eşkere bike. Li Elmanyayê li gorî texmînan 6 hezar sîxurên MÎT’ê çalak in û lêpirsînên derbarê van sîxuran jî sembolîk e.

Di rojên borî de koma Partiya Çep têkildarî xebatên MÎT’ê yên li Elmanyayê bi daxwaza ku hikumeta federal bersivê bide, pirsname dabû. Parlementerên Partiya Çep Sevîm Dagdelen, Heîke Hansel û Andrej Hûnko pirsname dan û hate hînbûn ku bersiva pirsnameyê di 28’ê Îlona 2018’an de hatiye dayîn.

ANF’ê kopyayeke vê bersivê bi dest xist. Di kopyayê de tê dîtin ku hikumeta Merkel bi hincetên ‘raza dewletê ye’naxwaze bersiveke zelal bide. Hikumeta Merkel diyar dike ku di sala 2017’an de 34, ji serê vê salê heta 23’ê Tebaxê jî 13 lêpirsîn hatiye vekirin. Têkildarî lêpirsînan tu agahiyên din nehatin dayîn û tê diyarkirin ku di van dosyeyên lêpirsînê de, heta niha tu darizandin nehatiye destpêkirin.

Rayedarên dewleta Elmanyayê bi xwe jî diyar kirine ku derbarê siyasetmedarên Kurd û kesên ku mûxalifî rejîma Erdogan in, amadekariyên sûîkastê tê kirin û lê Elmanya çavê xwe ji xebatên MÎT’ê re digire. Herî dawîn di meha Tîrmehê de rapora salane ya îstîxbarata Elmanyayê hatibû eşkerekirin û tê de dihat diyarkirin ku MÎT konsolosxane, balyozxane û camiyên DÎTÎB’ê bi kar tîne.

POLÎS Û YEKÎNEYÊN EWLEHIYÊ DI HEDEFA MÎTÊ DE NE

Beriya ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan were Elmanyayê di emniyeta Elmanyayê de sîxurekî nû yê MÎT’ê hatibû deşîfrekirin. Rojnameya Der Tagesspîegel diyar kiribû ku di emniyeta Berlînê de polîsê ku ji bo îstîxbarata Tirkiyeyê dixebite, derbarê wî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Nasnameya vî polîsî nehatibû eşkerekirin. MÎT ketiye nav yekîneyên ewlehiyê yên Elmanyayê û derbarê Kurd û Tirkan agahiyan kom bike. Ev tişt ji salekê zêdetir e ku di rojeva Elmanyayê de ye.

Derketibû holê ku hin kesên dixwazin ji bo Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bixebitin a ku saziya navxweyî ya îstîxbaratê ya Elmanyayê ye, têkiliya wan bi MÎT’ê re heye.

Serkomîsera bi navê Dondu Yazgan jî yek ji sîxura Erdogan bû. Yazgan li bajarê Wîesbanê ya eyaleta Hessenê polîs bû û ANF’ê di Tebaxa 2017’an de têkiliyên wê yên bi MÎT’ê re deşîfre kiribû. Piştî ku derbarê Yazgan lêpirsîn hate vekirin, a niha ev kes li gerînendetiya emniyetê ya eyaleta Hessenê karê xwe yê karmendiyê didomîne.