Meclîsa Şengal Nadîa Murad pîroz kir

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Aktivîsta Kurd a Êzidî Nadîa Murat û Jineolog Dr. Denîs Mûkege yê ji Komara Kongo ya Demokratîk ên hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya Cîhanê hate dîtin pîroz kirin.

Peyama Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:

“Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Xelata Nobelê ya Aştiyê li Nadîa Murad û tevahiya gelê Êzidî pîroz dikin, keça Êzîdxanê ya ku bi zor û zehmetiya xwe xwe ji destê çeteyên hov xilas kirî, êş û îşkenceya li wê û bi hezaran keçên Êzidî hatî kirin, li tevahiya cîhanê belav kir û cîhanê pêhesand.”

Nadia Murad bi cesaretek mezin îşkenceya hatî kirin û rastiya çeteyên DAÎŞ ya li hemberî jinan bi raya giştî û hemû mirovahiyê re parvekir. Bi vê boneyê ji layîq dîtina xelatê em carek din vê gava pîroz li tevahiya gelê Êzidî pîroz dikin.

Meclîsê herî dawî got ku ev yek nebese, ji ber hêjî civaka Êzidî negihiştiye mafê xwe û bi hezaran jin û keçên Êzidî hêjî di destê çeteyan dene. Em bi hêvîne ku zutirîn dem cenosîda ser gelê Êzidî were naskirin û xweseriya Şengalê were pejirandin.”