Belgeya Qeydê ya Avahiyê ya mizgefta AKP'ê hilweşandî heye

Der ket holê ku mizgefta Esentepe ya li ser fermana Erdogan ji aliyê Şaredariya Uskudarê ve hate hilweşandin di çarçoveya Îmar Barişiyê de ye.

Desthilata AKP’ê ya di çarçoveya bidestxistina rantê de li Taxa Kiziltepe Mizgefta Esentep hilweşand, qanûna bi xwe derxistî binpêk kir.

Parêzer Onur Cîngîl ê ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku piştî hilweşandinê 3’yê Cotmehê, kesekî ku mala wî li ser zeviya ku mizgeft lê ye, destnîşan kiriye ku ji ber ku Mizgefta Esentepe di çaroveya ‘Îmar Barişi’ de hatiye girtin, li ser E-Dewletê re serî li Wezareta Derdor û Bajarvaniyê daye, Belgeya Qeydê ya Avahiyê hatiye dayîn. Cingîl da xuyakirin ku li gel erêkirina Belgeya Qeydê ya Avahiyê ya ji aliyê wezaretê ve, Mizgefta Esentepe di çarçoveya Îmar Barişi de hatiye girtin, bal kişand ku statûya ku nikare îbadet bê kirin hatiye standin mizfeta berdêla sifrê tevî belgeyê jî hatiye hilweşandin. Cîngîl anî ziman ku hilweşandina avahiyê ya ji aliyê şaredariya Uskudarê ve, diyar kir ku desthildatdar ji ber berjewendiyên xwe qnûna Îmar a Barişê binpê kiriye, bi hilweşandinê sûc kiriye.

‘ŞAREDAIRYA AKP’Ê SÛC KIRIYE’

Cîngîl da xuyakirin ku beriya hilweşandinê Belgeya Qeydê ya Avahiyê ya Mizgefta Esentepyê li her derê ve kiriye û got: “Eger ku weke îdîa dikin, li herêma Ku Vegera Bajarvaniyê lê hatiye kirin, Belgeya Qeydê ya Avahiyê nayê dayîn û dîsa belgeya mizgeftê ya ji bo statûya îbadetê ji Wezareta Derdor û Bajarvaniyê nayê girtin, ji muftîtiyê bêgirtin wê demê çima we ev belge daye? Ji bo wê di sîstema E-Dewletê de valahiyeke cidî heye.”

Cîngîl anî ziman ku bi awayekî vekirî Şaredariya Uskudarê hiqûq û destûra bingehîn binpê kiriye û got: “Belgeya fermî ya Wezareta Derdor û Bajarvaniyê nasnekirine. Şaredarî bi fermî sûc kiriye.”