Walîtiya Amedê di 4'ê Cotmehê de li 65 gund û mezrikên Licê û Hênê qedexeya derketina derve îlan kir. Di çarçoveya vê qedexeyê de li herêmê operasyona leşkerî dest pê kir û operasyon hîn jî didome.
Operasyon bi rojan e didome û diyar bû leşker gef li gundiyan dixwin. Hate ragihandin ku operasyona li gundê Çemê Elika, Şenlîk û Akçapinarê dijwar bû û li gel vê leşkeran gef li gundiyan xwar.
Leşkeran gundê Çemê Elika dorpêç kir, ketin û derketina gund girtin û zextê li gundiyan dikin.
‘GUND DAGIRKIRIN E’
Şêniyê gundê Çemê Elika ragihand ku leşkeran ala Tirk li mizgeft, dibistan û mala şînê ya gund daliqandine û ji wesayîtên zirxî stranên nijadperestê pê dixin.
Şêniyê gund got, leşker davêjin ser gundan û heta niha 2 jin hatine destgîrkirine û wiha domand; “Rewşa gel nebaş e. Leşkeran gund dagir kiriye. Dengê me ragihînin. Sixêfan dibêjin û heqaretê dikin. Dengê me ragihînin. Rewşa me nebaş e."