Qezaya ferîbotê ya li Tanzanyayê: Hejmara qurbaniyan bû 218 kes

Hejmara mirovên ku li Tanzanyayê di qezaya ferîbotê de jiyana xwe ji dest dan bû 218 kes.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li derdora girava Ûkarayê karê xwe didomînin.

Waliyê herêma Mwanzayê John Mongella ji televîzyona TBC One re axivî û got, "Em niha li ser 218 mirovên jiyana xwe ji dest dane digirîn. Lê karê me yê lêgerînê dewam dike."

Walî got, ji bo ferîbota wergeriya ye bê sererastkirin, wan tedbîrên pêwîst girtine.

Cenazeyên ji nava avê hatine derxistin li peravên giravê li hundirê darbestan hatine bicihkirin û rayedar li bendê ne ku xizmên windahiyan cenazeyên xwe bibin.

Mongella diyar kir, cenazeyên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin wê ji îro danê sibehê û pê ve werin veşartin.