Li Cûdiyê xweza hate qirkirin: Darên fisteqan bûn xwelî

Li Çiyayê Cûdiyê ji ber êrîşên artêşa Tirk di nava hefteyekê de du caran agir bi qadê ket û bi sedan darên fisteqan bûn xwelî.

Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê di roja 18’ê Îlonê de agir bi qadê ket û şewat du rojan domiya. Di vê şewatê de bi dehan hektar daristan bû xwelî. Ev şewat ji navenda bajêr jî xuya dibû û 200 darên fisteqan bûn xwelî.

Saloxderên ji herêmê diyar kirin ku bi hinceta ku ‘operasyon heye’ bomberdûman hatiye kirin û gundiyên ku çûne tefandina şewatê jî ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin.

Yekî ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku her sal darên fisteqan tên şewitandin û got ku, “Çend darên me dirêj bûbûn. Lê bi şewatê re ew jî çûn. Heke li vê derê operasyon hebe û qadeke bi rîsk be, nexwe çima em li vir tiştan datînin û em çima her tim tên vê derê?”