Bîlançoya êrîşa li Îranê giran dibe: Herî kêm 24 kes mirin

Li gorî bîlançoya nû, ji ber êrîşa çekdarî ya li bajarê Ahvaz ê Îranê ku li dijî merasîmeke leşkerî hate kirin, herî kêm 24 kes mirin.

Li gorî bîlançoya ku di ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA de hate weşandin, herî kêm 24 kes mirin, 53 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Tehranê ragihand ku "rejîmeke biyanî" ya destekê ji Washîngtonê digire ji êrîşê berpirsyar e. Li gorî rayedarên herêmî êrîş ji aliyê çar kesan ve hate kirin û du jê hatin kuştin, du jî hatin girtin.

Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê bi daxuyaniyeke kurt berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Rêxistinê got, "Şervanên me yên Eniya El Ahvaz a Şoreşger û Têkoşer bi wêrekî danê sibehê li dijî dagirkerên Welayetî Fekî çalakiyeke mezin kirin."