Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşa li Îranê li xwe girtin

Çeteyên DAÎŞ’ê êrîşa li Îranê ya di merasîma leşkerî de li xwe girtin.

Çeteyên DAÎŞ’ê li ser malpera xwe ya propagandayê diyar kir ku wan êrîşa li Ahvazê kirine û 12 jê pasdar 24 kes mirine.

Li gorî bîlançoya nû 60 kes birîndar bûne.

AGAHIYÊN LI DIJÎ HEV

Beriya van daxuyaniyan jî Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê diyar kiribûn ku wan ev êrîş pêk anîne.

Têkildarî êrîşî agahiyên li dijî hev hene. Li gorî malpera nûçeyan a Farsê du kesan ev êrîş pêk anîne û herdu jî hatine ‘bêbandorkirin.’

Alîkarê waliyê wîlayeta Hûzistanê Alî Huseyîn Huseyînzadeh jî got ku, “Terorîst çar kes bûn, du kes hatin kuştin û du kesên din jî hatin girtin.”

Li gorî AFP’ê generalekî pasdaran jî diyar kiriye ku êrîş ji aliyê çar kesan hatiye kirin û her çar jî mirine.