Li Tanzanyayê ferîbot noqî avê bû, herî kêm 170 kes mirin

Hate ragihandin li gola Vîctorîa a Tanzanyayê ferîbot noqî avê bûye û herî kêm 170 kes mirine.

Rayedaran diyarkirin dema ku ferîbot roja Pêncşemê noqî avê bûye, herî kêm 300 kes tê de bûne.

Ferîbot bi çend metreyan dûrî lengergeha Ukewereyê noqî avê bû û 37 kes hatin rizgarkirin. Parlementerê Ukewereyê Joseph Mkûndî got ku herî kêm 170 kes mirine û tu hêviyên wan nemaye ku di golê de ew kesên zindî bibînin.

Serokkomarê Tanzanyayê John Magûfûlî xwest ku bila berpirsyar werin girtin û ji bo çar rojan şîn îlan kir.

Sedema qezayê nayê zanîn lê bêtir ji ber barên zêde bûyerên bi vî rengî pêk tên. Ji ber ku di ferîbot û keştiyan de têra xwe alavên rizgarkirinê û êlegên avê tune û kes zêde bi avjeniyê nizanin, ev qasî zêde kes di avan de dixeniqin.

Tê diyarkirin ku kapasîteya vê ferîbotê 100 kes e lê ji kapasîteya wê zêdetir kes lê siwar bûne. Dema ku ferîbot nêzî lengergehê bûye, ji ber rêwî hatine pêşiya ferîbotê, ferîbot noqî avê bûye.

Di sala 1996’an de li Gola Vîctorîayê ferîbot noqî avê bûbû û nêzî 700 kes miribûn. Di Kanûna 2016’an de jî ferîbotek noqî avê bûbû herî kêm 20 kes di avê de xeniqîbûn.