Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Yekîneyên MÎT'ê ji deriyê sînor ê Hecî Umran heta çiyayê Korekê li gelek cihan li qereqolên PDKê bi cih bûne.

 

Li gori rapora 2017'an a UNÎCEF'ê li tevahiya cîhanê serê 5 çirkan zarokek ji 15 salî biçûtktir dimire.

 

Artêşa Tirk a dagirker bi obusan êrîşî gundê Dûrê ya Kanîmasiyê kir. Di êrîşê de kesek birîndar bû.

 

24 karkerên înşaetê yên Balafirgeha 3'emin a Stenbolê, ku duh sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, li dadgehê hatin girtin.

 

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan yê 30 salî kuşt.

 

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li bajaroka Baxoja Jor a li rojhilhatê Dêrazorê şerekî giran heye û wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî hatine îmhakirin. Hate ragihandin ku 19 çete hatine kuştin.

‘Doza Pasûr’ a têkildarî qetilkirina 11 kesên ku sala 1993’an dewleta Tirk bi zorê ew winda kiribûn betal bû. BersûcFermandarê Tûgaya Komando ya Çiyayê Boloyê Yavûz Erturk jî hate berdan.