AKP sûcên salên 90’î jî dinixûmîne: Doza Pasûrê betal bû

‘Doza Pasûr’ a têkildarî qetilkirina 11 kesên ku sala 1993’an dewleta Tirk bi zorê ew winda kiribûn betal bû. BersûcFermandarê Tûgaya Komando ya Çiyayê Boloyê Yavûz Erturk jî hate berdan.

Rûniştina doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.

Li navçeya Pasûrê ya Amedê, leşkeran 11 gundî di navbera 8 û 25’ê Cotemeha 1993’an de destgîrkirin û winda kiribûn. 18’emîn rûniştina “Doza Pasûrê” li Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Enqerê pêk hat. Rûniştina doza biryarê ya Pasûrê ku 25 sal berê 11 kes li Pasûrê hatin kuştin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereye hat ditin. Heyeta dadgehê doz betal kir û bersûcên bozê Fermandarê Tugaya Komandoyê Çiya ya Bolu Yavuz Erturk beraet kir.

Di 17'emîn rûniştina doza Gulanê de Dozger Şaban Yavuz mutala xwedibû û berdana Erturk xwestibû.Dozger xwestibû doz bi dawî bibe. Şandeya dadgehê, piştî daxwazên parêzeran girtin, biryar dabû ku girtina Erturk berdewam bike û ji bo parêzer li dijî mutalayê parastin bikin, dem dabû. Heyetê di rûniştina îro de biryar da û doz betal kir û biryara berdana Erturk da.