Li Stenbolê 24 karker hatin girtin-NÛ BÛ

24 karkerên înşaetê yên Balafirgeha 3'emin a Stenbolê, ku duh sewqî dozgeriyê hatibûn kirin, li dadgehê hatin girtin.

Leşker  û tîmên taybet di 15'ê Îlonê de bi ser şantiya karkerên Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê de girtibûn û nêzî 600 karker hatibûn desgîrkirin. Şevê din 24 kareker hatin girtin.

Dozgerê Gazîosmanpaşa, şert û mercên xirab ên xebata karkeran weke ‘bahane’ nirxand. Koma Whatsappê ya bi navê ‘Grup Dîrenîş’ weke delîlê girtinê nîşan da.

Navê kesên hatine girtin wiha neİ Akîf Altinişik, Anil Denîz Gîder, Bîlal Topçû, Bîrkan Topçû, Cîhan Saribûlak, Denîz Aslan, Fatîh Mûkan, Ferhat Ûyar, Hasan Çetîn, Îlker Kûrt, Mehemt Celal Demîr, Mûhammed Yîgîn, Mûrat Altûntaş, Mûsa Karakûş, Mûstafa Atay, Ozkan Ozkanli, Ramazan Gızel, Ridvan Gınul, Selamî Sarîbûga, Servet Gozel, Teyîp Kirgin, Ûgûr Karakaş, Yûnûs Ozgur û Yûsûf Yilmaz