Rapora UNÎCEF 2017: Serê 5 çirkan zarokek dimire

Li gori rapora 2017'an a UNÎCEF'ê li tevahiya cîhanê serê 5 çirkan zarokek ji 15 salî biçûtktir dimire.

Li gorî rapora 2017'an a UNÎCEF'ê ku Sêşemê ragihandî di nav salê de li tevahiya cîhanê 6 milyon û 300 hezar zarokên ku temenê wan di bin 15'an de mirin. Li gorî raporê piraniya van zarokan temenê wan 5 salî ye.
Li gorî daneyên UNÎCEF'ê par di bin 5 salî de 5 milyon û 400 hezar zarok, di navbeyna 5-15 salî de jî 1 milyon zarok mirin. 1990'î hijmara zarokên ku di 5 saliya xwe de mirin 12 milyon û 600 hezar bû.

'ZAROK BI ŞERTÊN GIRAN Û TALOKE DIJÎN'

Li cîhanê bi milyonan zarok li gorî beriya bi 20 salan di nav şertên girantir û taloke dijîn. Li gorî raporê hijmara zarokên ku diçine dibistanê kêm dibe, ji ber tundiyê jî hijmara zarokên ku têne kuştin zêde dibin.
Di raporê de hate gotin, ''li gorî vê raporê serê 5 çirkan zarokek dimire'', Dîrektorê  beşa Dane, Lêkolîn û Polîtîkaya ya UNÎCEF'ê Laurence Chandy got, ''Ji sala 1990'î ve ji bo ku zarok zêdetir bijîn me gelek gav li pey xwe hiştin. Lê jiyana bi milyonan zarok bi wê ve girêdayiye bê ka li kîjan welatî, bi şertên çawa dijîn.''

'DIBE KU ZÊDETIR BIMIRIN'

Laurence got heke tevdîr neyên standin heta 2030'î dibe ku 56 milyon zarokên di bin 5 salî de bimirin û nîvê van wê zarokên nûza bin.
Li gorî raporê nîvê van zarokan li Efrîkayê û nîvê dî jî li Asyaya Başûr dimirin.
Zark herî pir li Somalî, Çad û Komara Efrîkaya Navîn dimirin. Li van deran ji 8 zarokên nûza yek jê 5 saliya xwe nabîne.