Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

HPG'ê diyar kir ku li Nisêbînê di encama çalakiya sabotajê ya gerîla de wesayiteke zirxî ya leşkerên Tirk hatiye rûxandin û 3 jê çawişên pispor 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

YPG'ê ragihand ku li Efrînê di sê çalakiyan de gelek dagirker hatine kuştin.

Polîsên Elmanyayê îro li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kir a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat lidarxistin. Polîsan li vê derê gelek kes destgîr kirin.

Li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê hin welatî birîndar bûn.

Li Stenbolê bi beşdarbûna deh hezaran kesî mîtînga ‘Aştî nayê tecrîdkirin’ didome. Di mîtîngê de nûnerên Dayikên Aşitiyê, malbatên Pirsûs û komeleya 10’ê Cotmehê axivîn.

Li Somalî êrîşeke bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin û bi kêmanî 5 kes mirin. 

Li baregeha hewayî ya El Mazze ku nêzî paytexta Sûriye Şamê ye, yek ji depoyên cebilxaneyê teqiya.