HPG: 3 jê çawişên pispor 5 leşker li Nisêbînê hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Nisêbînê di encama çalakiya sabotajê ya gerîla de wesayiteke zirxî ya leşkerên Tirk hatiye rûxandin û 3 jê çawişên pispor 5 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 31'ê Tebaxê saet 10:30'î li ser rêya Girnavas a taxa Piraketê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî konvoyeke ji wesayitên zirrxî yên artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa ejder bi temamî hate rûxandin û derb li 2 wesayitên din ên zirxî hatin xistin. 3 jê çawişên pispor 5 leşkerên di wesayitê de hatin kuştin, 7 leşker jî bi giranî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi gelek ambûlans û wesayitên zirxî termên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir. Artêşa TC a dagirker ku derbên giran xwar, li herêmê dest bi operasyonê kir."