YPG'ê li ser çalakiyên li Efrînê daxuyanî da

YPG'ê ragihand ku li Efrînê di sê çalakiyan de gelek dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser çalakiyên 30'ê Tebaxê-1'ê Îlonê yên li Şera, Şêrawa û navenda Efrînê li dijî komên çete yên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, ji 30'ê Tebaxê heta 1'ê Îlonê 3 çalakiyên cuda li Efrînê hatine lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di van çalakiyên hêzên me de derbên giran li çete û dewleta Tirk a dagirker hatin xistin."

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Yekîneyeke me roja 30'ê Tebaxê li cihekî navbera gundên Qitmê û Qestel Cîndo yên navçeya Şera ya Efrînê kemîn danî ber endamên koma çete ya bi navê Asefat el-Şîmal. Di çalakiyê de gelek çete hatin kuştin, lê li ser hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyeke zelal bi dest neket.

31'ê Tebaxê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku li bejahiya navçeya Şêrawayê derketin operasyonê, çalakî hate lidarxistin. Di encama vê kemînê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

1'ê Îlonê hêzên me li navenda Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çete, di dema gera dewriyê de çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de jî 3 çete hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûne."