Di êrîşa polîsên Elmanyayê de 10 ciwan hatin destgîrkirin

Polîsên Elmanyayê îro li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kir a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat lidarxistin. Polîsan li vê derê gelek kes destgîr kirin.

Ciwanên Kurd îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê meşek lidarxistin. Polîsên Elmanyayê êrîşî meşê kirin.

Meşê vê sibehê bi coş dest pê kir. Di meşê de Tirkên faşîst gelek caran hewl dan provokasyonan bikin. Polîsên Elmanyayê bi tu awayî mudaxeleyî provokasyona Tirkan nekir û di firavînê de bi hinceta ku li ser milê ciwanekî Kurd deqa wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, xwest wî ciwanî destgîr bikin.

Polîsan diyar kirin ku ev deq qedexe ye û piştî ku qasî saetekê ew ciwan da sekinandin ew birin qereqolê.

Di meşê de polîs hatin ba jineke ciwan û gotin, “Ji ber wêneyekî di destê me de, em dixwazin nasnameya we kontrol bikin” û ew jin ji nav komê derxistin.

Di vê kêlîkê de ciwanan nerazîbûn nîşanî şîddeta polîsan dan. Polîsan jî êrîşî ciwanan kir. Di êrîşê de gelek ciwan birîndar bûn û herî kêm 10 çalakger hatin destgîrkirin.

Çalakgeran diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe sibê li bajarê Bochûmê bidomînin.